Îranê 10 Sal Cezaya Girtîgehê Li Kurdekî Biriye

Girtiyê Kurd ê ji Pîranşarê ku piştî 2 salan girtî ma, îsal hate berdan û di dozeke din de 10 sal ceza lê hate birîn.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hewgaw, Şêrko Agûşî yê ji Pîranşarê û hevalê wî yê bi navê Huseyîn Elwendkuhî, Şaxa 103. Dadgeha Ceza ya Mahabadê her yek 10 sal û 1 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Li gorî çavkaniyekî nêzîkî malbata Agûşî jî, ev sizaya ji alîyê dadwer Xulam Kerîm Xan ve bi guneha beşdarîkirin di kuştina pasdarekî de li ser wan her du kesan hatiye sepandin.

Şêrko Aguşî roja şemiyê 31ê Tebaxa 2019an piştî ku ji aliyê hêzên Pasdaran ve hatibû birîndarkirin ji bo navenda sîxûriya artêşê ya li Urmiyeyê hatibû veguhestin.

Sala par ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Pîranşarê ve bi tawana alîkarî û endamtiya PDKê 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Girtî herî dawî di 19ê Tîrmeha 2021an de roja şemiyê ji Girtîgeha Navendî ya Nexede hat berdan û piştî nêzî du salan di girtîgehê de ma ceza lê hate birrîn.

___

Xûşk û Bırayên Kurdıstaniyên rêzdar

KDC

Di Hilbijartina Parlamentoya Almanyayê De Wê Hejmareke Zêde Ya Biyaniyan Xuya Bikin

KDC

Navenda Revende Kurdistanî bi Ehmed Yûsif re civya 

KDC
KDC

FREE
VIEW