Çendî durî tû Şêrîn î
Reng ji evîna Mem û zîn î
Tu roheyvî , tu rozîv î
Tu Sîmavî , tu lîloz î
Roka sibê tava te ye
Çolu û çiya bejna te ye
Dijle û Ferat guliyên te ne
Mêrg û kahnî Çavên te ne
Gul û giya bêhna te ye
Bihara xweş sînga te ye
Hizreta min dîtna te ye
Gernejîna lyêvên te ne
Jîn û jiyan ji qada te ye
Bêhna vînê ji eşqa te ye
Awazên dil ji caniya te ye
Hozana min bi navê te ye
Şal û Şapik li bejna te ye
Şûr û Mertal li newqa te ye
Desmala sor Mohra te ye
Ala rengîn Taca te ye
Serok Me’sûd Şahê te ye
Ew pêşmergê Kelha te ye
Qehrimanê partiya te ye
Cengvanê xaka te ye
Ser Netewa bavê xwe ye
Xizmetkarê gelê xwe ye
Cangoriyê doza te ye
Raperîna xemila te ye
EMEL HESEN