Yûnanistan Ji Bo Koçberan Wê Zêdetir Alîkariya Tirkiyeyê Bike

Wezîrê Penaberan ê Yûnanistanê Nats Mitharakis û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Silêman Soylu li Enqereyê mijara koçberiyê gotûbêj kirin.

Mitharakis di daxuyaniya xwe de bal kişand ku rewşa Afganistanê diyar kiriye ku ji berê zêdetir pêwîstî bi hevkariya herêmî heye û destnîşan kir ku her du welat li ser metirsiyên krîza koçberiyê karekî hevbeş pêk tînin.

Mîtharakîs got, “Di çarçoveya daxuyaniya hevpar a YE-Tirkiyeyê de, ku piştî nîqaşa navbera Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis û Serokkomar Erdogan, me li ser pêwîstiya bêhtir hevkariyê li hev kirin.”

“Em piştgiriyê didin hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo rûbirûbûna herikîna koçberiyê ya dibe ku ji Afganîstanê bê” û anî ziman ku niyeta wan ya ji bo dewamkirina berpirsyariyên xwe yên ji bo parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê, bi hurmeteke bêkêmasî ya li hemberî hiqûqa navneteweyî, heye.

Hêjayî gotinê ye, di bihara 2020an de Tirkiyeyê destûr da ku bi deh hezaran koçber derbasî sînorê Yewnanîstanê bibin û vê yekê jî Atînayê teşwîq kir ku li ser sînor çepereke hesinî ava bike.

KDC

FREE
VIEW