Serokwezîrê Polonyayê Matthews Muravitsky, krîza koçberan a li sînorê Belarûs û Polonyayê ku sînorê rojhilat ê Yekîtiya Ewropayê ye, weke ‘hewldana herî mezin a ji bo xerakirina aramiya Ewropayê’ ya dema Şerê Sar bi nav kir.
Moravîtskî li ser Twîtterê daxuyanî da û got, “Lûkashenko li dijî Yekîtiya Ewropayê ku di nava 30 salan de hewldana herî mezin a ji bo bêîstîkrarkirina Ewropayê şerek meşand û got, “Polonya ji bo parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê çi ji dest tê dike.”
Serokwezîrê Polonyayê berî serdana paytextên din ên Ewropayê, vê hefteyê bi hempîşeyên xwe yên li welatên Baltîk û welatên ku sînorên wan Belarûsê re heye hevdîtin kir û li ser krîzê nîqaş kir.
Welatên Rojava, Belarûsê bi anîna koçberan tawanbar dikin ku piraniya wan ji Rojhilata Navîn in û bi sozên hêsankirina derbasbûna wan a nava Yekîtiya Ewropayê ew veguhestine ser sînor. Belarûs ev rawan red kir û rexne li Yekîtiya Ewropayê kir ku qebûl nekiriye koçber derbas bibin.
Serokkomarê Belarûsê Aleksander Lukashenko çend roj berê ji BBCyê re ragihandibû, dibe ku hêz alîkariyê bidin mirovên ku têne nava Yekîtiya Ewropayê, lê înkar kir ku Mînsk operasyon organîze kiriye.
Tevî ku nîşane hene krîz hinekî paşve diçe jî, nobedarên sînor ên Polonyayê roja Yekşemê hewldanên nû yên derbasbûnê bi taybetî ji aliyê komeke “gelekî agresîf a ji 100 koçberan” ve aşkere kiribû.
Wezîra Parastinê ya Polonyayê Marîuse Blashchak got Belarûs di mijara krîza sînor a di navbera du welatan de taktîk guherandiye û komên biçûk ên koçberan birine çend xalên li ser sînorê rojhilatê Yekîtiya Ewropayê.
Koçberan dest ji hemû mal û milkên xwe yên li welatên xwe berdan û bi hezaran dolar xerc kirin ji bo ku bi vîzeya tûrîstîk biçin Belarûsê û ji wir jî xwe bigihînin Yekîtiya Ewropayê. Di çapemeniya Polonyayê de hat ragihandin ku ji destpêka krîza havînê û vir ve herî kêm 11 koçber mirine.