Platforma Kurdên Li Hambûrgê Êrîşa Li Ser Hewlêrê Şermezar Kir 

Platforma Kurdên li Hambûrgê bi peyamekê êrîşa doh şev ya ku ji aliyê Îranê ve li çend cihên Hewlêrê hatî kirin şermezar kir.

Peyam:

Em wek Platforma Kurdên li Hamburgê êrîşa hovane û dijminane ya li ser Hewlerê rûreş dikin.
Şeva borî li dora saet yekê, hêzên terorîst ji derveyî sînorê Herêma Kurdistanê bi mûşekan êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê kirin.
Van êrîşên terorîstane ne tenê binpêkirina serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, her wisa hişyarî ye bo Herêma Kurdistanê jî.
Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wan in, dewleta Îranê bi xwe ye, bi van êrîşan careke din nîşan dan ku li dijî pêşveçûna Hêrema Kurdistanê ne û her metirsî ne li ser destkeftiyên vê beşa welatê me ne.
Em ji Neteweyên Yekbûyî (UN) û ji dewletên Rojava û bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ÛSA) û hemû konsulên li Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku ji bo parastina xwe bêhtir alikariya Herêma Kurdistanê bikin.
Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navneteweyî dixwazin ku dengê xwe li dijî van êrîşên terorîstane bilind bikin.
Daxwazên me ji hemû hêzên welatparêz û dezgehên fermî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê ew e ku ji bo parastin û pêşvebirina destkeftiyên neteweyî yên li Herêma Kurdistanê destê xwe bidine hev û ji bo pêşîlêgirtina êrişên bi vî rengî yekitiya xwe xurttir bikin.
Em dibêjin hemû Kurd û Kurdistaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê û yên li diasporayê jî divê destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêzin, lê xwedî derkevin û hemû êrişên li ser Kurd û Kurdistanê rûreş bikin.

Platforma Kurdên Li Hamburgê

___

Peyama Pîrozbahiya Navenda Revenda Kurd Ji Bo Xwuşk û Birayên Xirîstiyan

KDC

Li Rûsiyayêcivînek li ser Qetliama Şengalêhate li darxistin.

KDC

berpirs û endamên komîteya çavdêran hatin hilbijartin

KDC
KDC

FREE
VIEW