Ji bo projeya destûra bingehîna herêmê komîteyek tê avakirin

Gavên amadekirina projeya destûra Herêma Kurdistanê dest pê kirin e û endamê komîteya qanûnî ya Parlementoya Kurdistanê dibêje ku di parlîyamentoyê de vîneke siyasî ya bi hêz heye ku bibe xwedan destûrê.

Endama komîteya qanûnîya Parlementoya Kurdistanê Sara Çawşlî li ser vê mijarê ji malpera fermîya Partîya Demokrata Kurdistanê re got: Biryar hatiye danîn ku komîteyek ji bo amadekirina projeya destûrîya Herêma Kurdistanê bê pêkanîn û berî niha jî kombûnek di navbera komîteya serokatîyê û partîyan de li ser vê mijarê hat saz kirin. Ev jî weha ye. Yekem ji ber ku em dixwazin hevpeymanîyek ji bo amadekirina projeyê destûra Herêma Kurdistanê çê bibe, rast e ku di xula dawî ya parlementoyê de dest pê bû. Lê ji ber nakokîya siyasî asteng li ber projeyê çê bûn û heta dawîyê nikaribûn bi dawî bibin.

Endama komîteya qanûnî ku nûnerê Turkmenan e di Parlementoya Kurdistanê de weha jî got: em wek partî li ser nivîsandina projeya destûrîya herêma Kurdistanê û daxwazên pêkhatên nava destûra Herêma Kurdistanê bo parastina mafên xwe li hev dikin.
Sara Çawslî wiha got: “Tê payîn ku projeya destûrê di xûla niha ya Parlamentoya Kurdistanê de pêk were û dawî li vê pirsgirêka girîng û çarenivîssaz bîne, ji ber ku vîneke siyasî ya bihêz ji bo projeya destûrî ya Herêma Kurdistanê heye û yek ji gavên girîng e ku bibe xwedan destûra me.

KDC

FREE
VIEW