Li nava cîhanê bê cî û bê warim
Li nav dinyayê perîşan û hejar im
Li ser welatê xwe îro efreniyar im
Bi dîroka helebçê re birîndar im
Ji xem û derdanre dil bi êş û jarim
Dîroka helebça her dinîvîsînim
Ji xelk û alemêre ez di borînim
Hêsirê çavan her dem pêre dirjînim
Bi êşên dil bikîn dîrokê dixwînim
Bi vê dil şewatiyê ez dilbirînim
Kuştin û talan li nav warê me dadan
Ma çi halane rabûye li Kurdistan
Neyarê xwîn xwar li me kiriye talan
Li nava cîhanê em kirin perîşan
Ax heware li me bûye derdê giran
Birîna helebça kûre bê dermane
Ew sedamê pîs û xwîn xwar bê sewdane
Ne go çilo li kurda bi kim fermane
Canê mirovan li ber wî çi erzane
Ma çi bêjim tu guneh karê cîhane
Tu ma ji çire ey sedamê kulûja
Destê kê keve wê guştê te birêja
Mane bes te kuştin keç û xortên hêja
Te çikir li kurda ka derdê me bêja
Çibikim destûra kevnar û qirêja
Ji kevnde li me kurda tu dike azerî
Ma kurda çikirî ji te ey sîxurî
Dam destan bi hevdin hilgirin vî barî
Em kurd tev bidin li ser rêka rizgarî
Yusra Zibêr
1988/3/30