Civîna berfireh a rêxistinên civaka sivîl yên civaka Kurdistanê li dîasporayê û yek ji mijarên sersaxiyê

Di roja 3/12/2023 bi ensyetifa hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl û kesayetiyên çandî û civakî civîneke berfireh li bajarê Dortmund a Almanyayê bi amadebûna kesayetiyên siyasî, çalakvan, nivîskar û kesên serbixwe birêve çû. . Civîn bi bîstik ek bê deng û sirûda ey Reqîb dest bêkir û piştre bi xêrhatina amadebûyan ji belî desteya birêvebir civîn berdewam kir û axaftin axaftin ji aliyê endamên komîteyê ve hatin pêşkêşkirin û armanc û girîngiya vê civînê û pêwîstiya wê dan xwiyanî.
Ev ji bo axaftina li ser erkê sersaxiyê û tengahiyên ku ji aliyê malbata mirî di dema beşdarbûn û amedekirina xwarinên , lêçûnên pera ku ji aliyê malbata mirîve tê danîn,
Endamê Komîteyê, nivîskar Îbrahîm El-Yûsif anî ziman û ji me re got


Beşa herî mezin a penaberên kurd û sûrî di van deh salên dawî de gihiştine Ewropayê bi giştî û Almanyayê bi taybetî, ji ber ku hejmara penaberên kurd ên nû digihêje bi sed hezaran, û ev yek me neçar dike ku em gelek adetên ku bandoreke neyînî li ser penaberan dikin ji nû ve binirxînin. û malbatên wan ên li dîasporayê û ta li welêt, di nav de çi girêdayî diyarkirina Dûrbûna rê ya dirêj ta karibin erkê xwe biçî bînin .Ji ber ku yên ku ji bo vê yekê bi sedan kîlometran dimeşin hene û ji bo adetên dayîna xwarinê ji bo şînê re jî sersaxiyê pêşkêş dikin. , ku bargiraniyek li ser malbata mirî çêdike, ji ber ku ev yek xerckirina bi hezaran euroyan ji bo tiştekî nepêwîst dike, nexasim banga kêmkirina dema meclîsa sersaxiyê.
Di vê çarçoveyê de Yûsif ji me re anî ziman ku pêwîste îro em xalan li ser tîpan deynin û ev bang ji aliyê her kesên beşdar û kesên din ên ku me hevdîtin an jî têkilî bi me re kirin bi germî hate pêşwazîkirin.
Her wiha ji aliyê nûnerên rêxistinan ve hinin pêşinyar hatin gotin ku perê tê xerckirin di sersaxiyê de ji bo welat bê şandin û ev bê gringya dabînkirina xwarinê raweste
Her wiha hin çareserî hatin bi erêkirin ku xwarin ji şîniya mirinê bê hilanîn û ew kesên ji bajarên dûr erkên xwe bi rêya telefonêre bicî bîne û hate diyarkirin demek ji bo hatina mêvanan bê xwiyanîkirin
Di encamnameyê de bangek hat nivîsandin ku tê de nêrîn, pêşniyar û çareseriyên beşdaran hatin pêşkêşkirin.
Yusra Zibêr

___

BI BONEYA 9’EMÎN SALVEGERA QIRKIRINA EZIDIYAN JI‏ ‏ALIYE DAIŞ’Ê Û PÊŞANGEHA WÊNEYAN A ŞENGALĒ.‏

KDC

New Study Reveals Enterprises Risk Missing Out on 547% ROI on Data Initiatives

kurdish dc

Li Rojava qedexeya hatûçûnê û xwepêşandanên li dijî giraniyê

KDC
KDC

FREE
VIEW