Kanada: Nûnerê Konfederasyonê li gel Serokê Komîteya Parlemenê ya Dostayetiya Kurd û Kanada civiya

Mister Kurd Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanada, li bajarê Edmonton ya Alberta ya Kanada, li gel Parlementer Ziyad Ebulteyif civiya.

Li destpêkê da Rehîm Reşîdî, ji bilî gihandina silav û rêzên Şîfa Barzanî Serpereştyarê Giştiyê Revenda Kurdistanî, heman demê de spasî wê pêşwaziya germ kir ku wî Endamê Parlemena Kanada li nivîsîngeha xwe ya serekî ya li bajarê Edmontonê li Nûnerê Konfederasyonê kiriye.

Paşê Mister Kurd li ser pêkanîna navendên Kanada û paşê damezrandina Federasyona Revenda Kurdistanî axaft û li vê peywendiyê da bername û armancên hengavên Revenda Kurdistanî li Kanada şîrove kir û daxwazê ji wan Parlementeran kir ku pêkve wekî berê çend bername û projeyên hevbeş li Parlemena Federal li Ottawa ya paytext birêvebibin û li vê peywendiyê da çend babet û bernameyan guftûgo kirin.

Her wiha Mister Kurd carekî din behsa girîngiya wergirtina Kurdên Rojhilat ji aliyê Kanada ve wekî Penaber kir û li vê bazneyê da daxwazê kir pêkve kar bikin ji bo hilgirtina berbestên yasayî û bi vê hengavê jî xizmetê bi wan mirovan bikin ku çendîn salên dûr û dirêje temenê xwe ji bo xizmeta bi azadî û demokrasiyê re terxan kirine.

Ji aliyeke din ve li ser hewlên bi terorîst nasandina Supaya Pasdaran pêdagiriyê kir û li vê bazneyê da biryar dan komek hengavan bavêjin û Serokê Komîteya Parlemenê ya Dostayetiya Kurd û Kanada spasî hewl û hevkariyên Nûnerê Konfederasyonê ya li vî warî de kir û li ser zêdetir kirina wan hevkariyan pêdagiriyê kirin.

Li mijareke din de pirsa mafên mirovan li Tirkiye û rewşa girtiyên siyasiyên Kurd li Îran û Tirkiye û rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêwîstiya piştevaniya navdewletî ya li Qamîşloyê nirxandin.

Paşê Parlementer Ziyad Ebulteyf xweşhaliya xwe li vê hevdîtinê derbirî û spasî serdana Nûnerê Konfederasyonê kir û hengavên yekxistin û rêkxistina Revenda Kurdistanî li Kanada bi pêwîst û girîng da zanîn û geşbûn û pêşveçûna karubarên Revenda Kurdistanî bi girîng û hêvîbexş bi navkir. Her wiha hêvî xwest Kurdistaniyên Kanada hevkar û piştevanê du xanimên Kurd bin ku hewl ji bo Endamêtiya Parlemena Kanada li ser lîsta Partiya Kevneparêzan didin.

Ziyad li beşekî dinê axaftina xwe de behsa mayin û pêşxistina Nûnerayetiya Kanada li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir û mizgîniyê da ku nûnerayetiya wan nayê girtin û dûpat kir ku bi hemû şiyanek ve li gel Revenda Kurdistanî ya ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Kanada û Kurdistanê têdikoşin.
Hêjayî gotinêye, li vê hevdîtinê de Haşim Sindî Endamê Navenda Revenda Kurdistanî li Edmonton li gel Nûnerê Konfederasyonê bû.

___

Qetliyama Dersimê Birînek Kûr e

KDC

Karwaneke Din Ya Pfîzerê Gihîşte Iraqê

KDC

Çalakvanekî Kirmaşanî Hatiye Desteserkirin

KDC
KDC

FREE
VIEW