Rewşa Coronayê Li Rojava Metirsîdar E

Serokê Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku hejmara nexweşên Coronayê her ku diçe zêde dibe û pêla çaremîn a Coronayê berdewam dike û ev hejmara herî zêde ya kesên ku li Qamişlo nexweş ketine.

Berpirsê Komîteya Tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mistefa di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku hejmara kesên ku bi Coronayê ketine li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û pêla çaremîn berdewam dike û herî zêde welatiyên Qamişlo pê ketine û di heman demê de 26 kom li Rojavayê Kurdistanê dermankirina şêniyan dikine.

Serokê Desteya Tenduristiyê ya Rojava teqez kir ku rewşa Rojava pir metirsîdar e û Lijneya Operasyonê li Qamişloye hatiye avakirin.

___

Emerîka piştgêriya xwe jibo danustanên aliyên Rojava dupat dike

KDC

Du Leşkerên Tirkiyeyê Hatine Kuştin

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Boneya Bombebarankirina Helebçeyê Peyamek belav Kir

nusar1
KDC

FREE
VIEW