Darizandina penaberekî Ereb ê li Swêdê dijî ku ev çend sal in bi delîlên sextekariyê xizmetên civakî xera dike, di 9a meha bê de destpê dike.
Li gor nûçeyeka televizyona Swêdî penaberê Ereb ê bi navê Ebû Ehmed ê ser bi bajarp Sîgtona demeke dirêj e ku bi îddîaya nexweşiya giran ketiye, desthilatdarên pispor gumana sextekariyê kirine û wî û çend alîkarên wî bi sextekarîyê tometbar dikin.
Bi salan wî xapînokî ku rojê 20 saetan belavkiriye ku pêwîstiya wî bi alîkariyê heye, lê li gorî sûcdariya der heqê wî de hatiye kirin, li gorî delîl û dîmenên di telefona wî de ji aliyê polîsan ve hatine dîtin, mêrik ne nexweş bûye.
Di navbera salên 2011-2020an de şîrketa şopandinê ya ji sûcdaran diyar kiriye ku wî, 18 mîlyon kron ji rayedarên Swêdê standiye.
Pişt re derket holê ku ev mêrik demeke dirêj li derveyî Swêdê maye û li cihekî din dema kar dikir, ji xwe û alîkarên xwe yên ku mûçeyên xwe werdigirtin bi berdewamî alîkarî wergirtine.
Hûrgiliyên Rapora Polîsan
Li gorî rapora polîsan dema ku li mala Ebû Ehmed digeriyan, polîsan pê hesiyan bê ka ev zilam çawa bi tena serê xwe rûniştiye.
Her wiha derkete holê ku Ebû Ehmed bê alîkarî bi berdewamî çûye derveyî welat, di heman demê de bi rêya daxuyaniyên bankayê û agahiyên rêwîtiyê lêpirsîneran îspat kirine ku demeke dirêj li Urdunê jiyaye.
Polîs eşkere kir ku di dema lêgerîna malê de çenteyekî reş û paseporta Urdinê ji aliyê Ebû Ehmed ve bi dizî hatine dîtin û polîs ji sala 2015an heta 2019an ji çend welatên Erebî pûlên wî aşkere kirine.
Di çente de her wiha ruxsetên şoforên Urdunê û agahiyên du hesabên bankaya Urdunê, 250 hezar kron û 2 hezar û 400 dînarên Urdunî hene û belgeyeke yasayî ku betalkirina firotina xwaringehekê li Urdunê ye.
Ebû Ehmed di Sibata 2017an de erebeyeke Volvo kirî ye.
Li gorî sûcdariyê, sûc weke sûcekî giran, sextekariyên cidî û sûcekî spîkirina pereyan tê tesnîfkirin.
Biryar e ku darizandin di 9ê Mijdarê de dest pê bike.