Beyannameya Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, li Hewlêr a paytext di 4-5 ê Sermaweza 2021an de bi beşdariya 140 endamên ji 20 welatên cuda û bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî dest bi karên xwe kir.

Konferans ezmûneke nû bû di rêya birêxistina revenda Kurdistanê di bin sîwanekê de û ji bo diyarkirina çarçoveya stratejiyê û pêkanîna armanceke hevbeş.

Em bi navê Konfedresyona Revenda Kurdistanî spasiya nûnerên navend û federasyonên li derveyî welat dikin ku bi nêrîn û ramanên xwe yên giranbuha di vê kongreya girîng û dîrokî de rojeva kongreyê dewlemend kirin û em spasiya hemû ew dilsozên ku ji derveyî welat hatin û beşdarî berfirehkirin û bicîhanîna armancên vê projeyê kirin, dikin.

Em hêvîdar in ku peyam, rojev û bernameya konfederasyonê di vê kongreyê de bi başî hatibe aşkerekirin. Wek Serok Barzanî di axavtina xwe de got, ev projeyeke Kurdistanî ye, divê her kes wek bernameyeke berfireh ya ji bo seranserî Kurdistanê temaşe bike. Ji bo serkeftina vê hengava dîrokî em li hêviya piştgiriya hemû Kurdên dilsoz in.

Serkeftina vê proseyê hilgirtina ramana nîştimanî ye. Her wiha hengavek e ji bo komkirina revenda Kurdistanê di bin sîwanekê de û gavek e ji bo pêşxistina şiyan û şarezayiyên kesayetiyên Kurd di warên cuda cuda de.  

Em dubare spasiya we dikin ku di van çend rojan da we kedeke mezin da û westiyan.

Hewlêr / Kurdistan

07.12.2021

KDC

FREE
VIEW