Bi Amadebûna Serok Barzanî Li Hewlêrê Konferansa Navend Revenda Kurd Hate Lidarxistin

Bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hola Şehîd Se’d Ebdulah li Hewlêrê Kongreya Konfederasyona Revenda Kurd bi beşdariya nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê û revenda Kurd yên ji cîhanê hate lidarxistin.

Roja Şemiya 4ê Berfanbara 2021an konferansek li ser helwest û stratejiya Navenda Revenda Kurd li derveyî welat li Hewlêra paytext bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destpê kir û di heman demê de hejmarek ji nûnerên aliyên siyasî jî amade bûn ku mebest yekalî kirin û yekxistina Kurdên li derveyî welat bû.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw bixêrhatina mêvan û endamên Navenda Revenda Kurd li derve kir û kêfxweşiya xwe diyar kir ku Kongreya Revenda Kurd li Hewlêrê hate encamdan.

Pişt re Tahir Hewramî Serokê Navenda Revenda Kurd li derveyî welat gotarek pêşkêş kir û tê de bi kurtî behsa dîroka koça Kurdan ji bo welatên Ewropaya Rojava kir û di heman demê de tekezî li ser wê çendê jî kir ku Kurd her dem li ser xeta bergirîkirina doza gelê Kurd bûne û tenê çiyayên Kurdistanê alîgirê Kurdan bûne, herdem bi şêweyên curbicur wek xwepêşandan û çalakiyên din ên medenî bi qanûna welatên ku lê dijîn li hember zilm û zordariya li ser her çar parçeyên Kurdistanê rawestiyaye.

Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku di rêkeftina 15/9/2019an de bi fermana Serok Barzanî Navenda Revenda Kurd hate damezrandin û bi vê erka dîrokî rabûn. Bi alîkariya hemû aliyan dest bi karê xwe kir û di heman demê de tekez li ser şîret û rênimayiya yekem a Serok Barzanî kir ku ev pêngav projeyeke neteweyî û niştimanî bû ku divê dûrî partî û îdeolojiyan be ku ev jî bûye sembola serkeftina navendê.

Her wiha got ev cara yekem e ku konferanseke wiha ji bo Kurdên li derveyî welat ku nûnerên ji her çar parçeyan di nav de ne ku armanca konferansê, yekdengî û yekkirina Kurdên li derve ye û berfirehkirina xebatên xwe yên avakirin û bihêzkirina helwesta Kurdan li hemû cîhanê ye.

Pişt re Serok Mesûd Barzanî axaftina xwe kir û got ku têkoşîna gelê Kurd her tim têkoşîneke rewa bûye, têkoşîneke aşitîxwaz bûye û li dijî şer bûye. Li ser êrîşên DAIŞê û şehîdxistina sivîl û Pêşmergeyan jî wiha got: “Ez ji hemû gelê Kurdistanê re teqez dikim ku tola şehîdan bê rakirin.

Serok Mesûd Barzanî got ku gelê Kurd tu caran î şer nehilbijartiye lê ew parastina xwe dikin, xweparastin jî mafekî rewa ye.

Serok Barzanî her wiha got ku ew hêvî dike ku kêşeya gelê Kurd li tevahiya parçeyan bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin û teqez li ser vê yekê kir ku şer ne çareserî ye ji bo kêşeya gelê Kurd û ne jî bo tu kêşeyên din. Her wiha xaleke girîng destnîşan kir û got, divê em wek Kurd weke Kurdistanê pir baldar bin û nakokiyên bi rejîman re nebe dijminahiya neteweyên din.

Di derbarê Kurdistanê û pêkhateyan de jî Serok Barzanî diyar kir ku Kurdistan nimûneyeke bedew ya pêkvejiyana olî û nîştimanî ye û gelê Kurd her tim şanaziyê bi vê yekê dike. Çand jî gelek kevne û tekez li ser parastina wê kiriye da ku cîhan bizane, Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye. “Armanca gelê me her tim xweparastin û parastina mafên pêkhateyan bû û em ê ji bo wê tê bikoşin.”

Hêjayî gotinê ye ku konferans di bin sîwana Baregeha Barzanî de hate lidarxistin û nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn, nûnerên Kurd li Amerîka, Kanada, piraniya welatên Ewrûpa, Rûsya û Kazaxistanê beşdarî konferansê kirin.

KDC

FREE
VIEW