Polonya Li Ser Sînorê Belarûsê Dîwaran Lê Dikiye

Wezareta Navxwe ya Polonyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo pêşî li koçberan bigirin, bername hatiye danîn ku di nîvê sala 2022an de dîwarê li ser sînorê xwe yê bi Belarûsê re temam bikin.

Wezîrê Navxwe Marîûsz Kamînskî got, “Projeya ku em bi cih tînin, stratejiyeke teqez a ji bo ewlekariya dewletê û welatiyan e.”

Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Burel roja Duşemê ragihandibû ku blok piştî ku wezîrên derve yên welatên endam piştgirî dan vê tevgerê wê ji ber krîza koçberan cezayan li ser Belarûsê ferz bike.

Burell piştî civîna wezîran got, cezayên nû wê bandorê li hejmareke mezin ji kes û saziyên ku di hêsankirina derbasbûnên neqanûnî yên sînorên Yekîtiya Ewropayê de rol lîstibûn, bike.

___

Dîroka Bazara iPhone13yê Tê Aşkerekirin

KDC

Fransayê Bi dehan Koçber Rizgar Kirine

KDC

Kitêba Yekemîn Ya Hewlêrê Wê Li Swêdê Were Çapkirin

KDC
KDC

FREE
VIEW