Xwe Bi Yekrêziya Ku Navenda Revenda Kurd Ava Kiriye Ve Girê Bidin

Xeylan Bextiyar

Piştî xebata du salan a ji bo avakirina lobiyeke neteweya Kurd li Ewropa, Amerîka û Rûsyayê ji aliyê Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ve ku li ser fermana Serok Mesûd Barzanî destpê kir û Birêz Tahir Hewramî wek serokê dîska revenda Kurd li Baregeha Barzanî hate destnîşankirin, gihîşte astekê.

Wek kevneşopî û ji bo berdewambûn û bicîhanîna qanûn û normên demokratîk, navendê kongreya yekem li Hewlêrê lidar xist û Serok Mesûd Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û daxwaz kir ku Navend dûrî îdeolojiyên siyasî be, tenê li ser xeta bîr û ramanên niştimanî be ji bo xatirê doza gelê Kurd, ev jî cihê dilxweşî û hêviyeke mezin e.

Pîrozbahiyê li wan dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim, ku ew di rewşeke taybet de têkoşînê dikin û ew niha navenda herî mezin ya Kurdan e ji bo damezrandina lobiyê li Ewropa û welatên din.

Lidarxistina kongreyê ji bo guhertin û pêşketina navendê girîng e, ji ber ku komîteyan pêşniyarên xwe nivîsandine û destûr ji alîyekî ve hatiye nivîsandin. Ji alîyekî din ve jî endamên navendê deng dan û rola xwe lîstin û amadehiya xwe ji bo biryardanê û erkên xwe kirin û ev jî dê bibe rêya hîskirina berpirsyariyê û geşkirina çalakiyên xwe yên ji bo doza Kurd ya li derveyî welat. Serkeftinên wan wê bibe serkeftina neteweya me, di heman demê de dê ji bo navendê jî be.

Yek ji kêmasiyên lobiya Kurdî nebûna giringiya yekitî û hevgirtin û xebata nûjen bû, ji bo nehîştina vê, divê li ser formulekirina bernameyeke xurt bisekinin ku Navenda Revenda Kurd heta astekê karibû fikra vî tiştî bike. Wek mînak endamên navendê ji Kurdên her çar parçeyan pêk tê, di nav de Kurdên ji welatên din ên wek Rûsya, Ermenîstan û Kazakîstanê jî hene, çend federasyon, kom û komeleyên Kurdan jî amadebûna xwe nîşan dan ku bi Navenda Revenda Kurd li derveyî welat re bixebitin, ev destpêkeke baş e.

Di sedsala 21an de gelek guhertin çêbûne û hinek ji miletên bê dewlet sûd ji guhertinan wergirtin. Me wek milet xwe negihand îradeya xwe, ji ber vê yekê divê em ji van guhertinan sûd werbigirin, bi taybet di rewşa Rojhilata Navîn de çawa ku sed sal berê bi awayekî em hatin parçekirin û sînorên welatan bê baldariya, milet, ol, mezheb, hatin xêzkirin. Ji ber vê yekê Navenda Revenda Kurd li derveyî welat, hewl dide ku yekîtiya Kurdan pêk bîne û em li derveyî welat hevsengî û giraniyeke neteweyî ava bikin.

Ji ber ku ev kongreya yekemîn e, dibe ku hemû armancên xwe cibicî nekiribe. Ew kom û kesayetiyên Kurd ên ku rexne dikirin êdî dikarin bi dilsozî bibin alîgirên navendê. Çawa ku çend grûp û komeleyên Kurd amadebûn ku li derveyî welat bi Navenda Revenda Kurd re kar bikin, ew ên din jî dikarin xwedî li yekîtiya ku Navenda Revenda Kurd li derveyî welat ava kiriye derkevin.

___

Peymana Serxwebûna Kurdistanê (Sîver) 10 Tebax 1920

KDC

Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!  

KDC

Turkîya çi ji Sûrya û kurdan dixwaze

KDC
KDC

FREE
VIEW