Rêkeftina PDK, Sedr û Erebên Sunnî, Wê Ji Aloziya Siyasî Derbas Bibe

Hewraman Elî Tofîq

Piştî pêvajoya azadiya Iraqê, Kurd bûne tekane rê ku Iraq yekgirtî bimîne, bi şêweyekî ku li ser Kurdan hatibe sepandin jî. Her çend beşek ji Kurdan dixwestin Kurd di bin dewleta Iraqê de bimînin û heta niha jî ev davwaz bi hinek aliyên siyasiyên Kurdan re heye.

Di nava çar rûniştinên parlementoyê de, qonaxên siyasiyên ku Iraq tê de derbas bûn û di pirsgirêkên ku Kurd pê re rû bi rû bûn de dema ku Iraq li ser lihevkirin, hevahengî, hevparî û jîyana bi hev re ava bû lê ji destpêkê ve desthilata siyasî û desthilata ereb a şovenîst li dijî îradeya Kurdan kar dikir. Ev jî di demeke wisa de bû ku hemû Kurd di demên hesas de çareserê kêşeyan bûn. Hewlêr hertim cihê rêkeftin û Bexda jî cihê, pirsgirêk û şerê navxweyî ma.

Posta serokkomariyê rêkxistina mala Erebî bû û Kurdan hertim di warê rêkeftina niştîmanî de gav avêtine. Bi qasî ku Kurdan dilê neyaran xweşkirine, bi qasî wê gav ji bo berovajiyê wê neavêtine. Referandûm nimûneyeke zindî bû û dijminan bi qasî xiyaneta navxweyî nekarîn bigihîjin armancên xwe.

Kurdan ev qonax ceribandine. Niha jî ber bi hêza piraniyê û kêmnetewan ve diçin ji ber ku Iraqê demeke dirêj e li ser vê biryar daye û me di salên berê de jî dîtiye. Yekrêziya Erebên Şîe û Sunne, çawa dijitiya Kurdan kirine û Kurd jî bi yekdengî li dijî van biryaran derketin, di encamê de Kurd û berjewendiyên wan zirar dîtin.

Mixabin e ku Kurd li ser nearamiya mala Şîeyan di nava nakokiyan de ne. Ev bê guman pêwîstî bi zelaliyeke zêdetir heye. Dibe ku ev muameleyeke rasterast a rojeva siyasî ya Îranê be.

Rêyeke siyasî ya zelal û aşkere dirust bûye. Divê Iraq ji rêkeftin, beşdarbûn û lihevkirinê derkeve û sîstema birêvebirina welat biguhere û divê Kurd jî weke karekterekî bi bandor û li gor pîvanan vê lîstikê bilîzin û dûrî parastina rojev û berjewendiyên xelkê bikeve. Divê Kurd wisa bixebitin ku di pêşerojê de li vî welatî desthilatê bigirin. Her tişt di siyasetê de tê hêvîkirin, eger îradeyek jê re hebe.

Ji ber vê yekê tişta ku PDK niha bi hevkariya Helbûsî û Sedr dike rêyeke rast e û divê cudabûn hebe. Ev jî hîn îhtîmal e, di salên desthilatê de biryar were dayîn ku aloziya siyasî ya berê li Îraqê bi dawî bibe. Bê guman em dikarin bêjin ku ev yek dê bibe destpêkek ji bo gavên din.

___

Jê Bigerin, Bila Em Bibin Yek!

KDC

Referandûma Herêma Kurdistanê û xewna dewleteke kurdî ya serbixwe

nusar1

Yekî Ewrûpî li welatê kurdan bi kurmancî ket bazarê 

KDC
KDC

FREE
VIEW