Salvegera Enfalê

Em wek Navenda Revenda Kurd ya li derve di 33. salvegera Genosîda Enfalê de serê xwe li ber şehîdên nemir ên Germiyan, Badînan, Barzan, Silêmanî û Kerkûkê ditewînin.
Bi Genosîda Enfalê, li Başûrê Kurdistanê nêzikî 5000 gund hatin wêrankirin, ji 182 hezaran zêdetir Kurd şandine çolên Iraqê û zindî hatine binax kirin. Genosîda Enfalê ji aliyê hizba Be’esa Iraqê ve li dijî Kurdan hate kirin û Elî Hesen Mecîd serkirdayetiya wê dikir. Di dawiya şerê Iraqê û Îranê de ev komkujî li çend şûnên cuda hatine kirin û li ser navê sureya Enfalê hate kirin.
Rejîma Iraqê dixwest bi vê genosîdê Kurdan ji navçeyê pak bike û Ereban li şûna wan bi cîh bike. Zilm û zordariya rejîmê ji salên heştêyî, di dema şerê Iraq û Îranê de dest pê kiribû û di sala 1988an de zilm û zordarî gihîştibû rêjeyeke gelekî bilind.
Rejîma Sedam her bi vê şêweyê dixwest kemîneyên Iraqê bitirsîne û wan biçespîne. Gelek gund hatine talan kirin, li seranserî Kurdistanê tawanên li dijî yasayên mirovî zêde bibûn. Proseya tawana Enfalê li dijî Kurdên Feylî û paşê jî ji sala 1986an ve dest pê kir û yekem enfal hate nasandin. Ji 23.02.1988an dest pê kir û heta 19.03.1988an berdewam kir. Enfala duyemîn ji 22ya Adarê heta 1ê Nîsana 1988an berdewam kir. Enfala sêyem ji 7 heta 20ê Nîsana 1988an bû. Enfala sêyem herêma Germiyanê kiribû armanc. Mezintir û berfirehtir êrîşa li ser Kurdistanê bû. Bê guman Rejîma Be’es qonaxên din ên enfalê temamkir û gihîşte qonaxa 8 an.

Ji ber vê divê herkes hewl bide ji bo nasandina Genosîda Enfalê û Genosîda Kurdên Êzidî di asta navneteweyî û li dû başkirina ziyanan bigerin. Tawan divê werine sizadan ji bo ku careke din hîç kes nikaribe êrîşa Kurd û Kurdistanê bike.

Navenda Revenda Kurd li derve

KDC

FREE
VIEW