Yewnanîstan: Navendeke Kurd wê konferanseke aboriyê lidar bixe

Endamekî Navenda Kurdî ya Ji nû ve Avakirin û Veberhênanê ya Yunanî dibêje ku ew konferanseke aborî li Atîna paytexta wî welatî li dar dixin ku tê de alîkarê wezîrê derve yê wî welatî û nûnerên saziyên din beşdar bûne, bi mebesta teşwîqkirina karsaz û kompaniyên Yûnanistanê bo weberhênanê li Herêma Kurdistanê 

Di evê bareyê de endamê desteya damezrênerê navenda kurd a avedankirinê û veberhemanînê ya Yûnanistanê Dr Serbest Muhemmed ji malpera fermîya navenda Rewanda Kurdistanî re ragihandiye, ku armanca evê konfransê ew e ku kompanya û karsaz û hukûmeta wî welatî bala xwe bikişînin ser hatin û weberhênanê li herêma Kurdistanê bikin û di heman demê de Elî Kardox serokê navenda rewanda Kurd jî beşdarî di evê konfransê de kir

Wî got ku alîkarê wezîrê derveyê Yûnanistanê Marînakî Luwîsa yekem gotara xwe di evê kongireyê de pêşkêş kir û behsa peywendîyên duqolîyên navbera herêma Kurdistanê û Yûnanistanê kir û serokê jûra bazirganîyê Vassîlîs Krkedis peyvek pêşkêş kir û tê de pêywsîte serdan û investkarîyê li herêma Kurdistanê bike û di gotara xwe de karsaz û kompanyayên Yûnanistanê dilhêsayî kir 

Hêjayî gotinê ye, ku navenda kurd a ji bo avedankirinê û investkarîyê ya Yûnanistanê kongireyeka aborî saz da û tê de nûnerê wezareta geştevanîyê ya Yûnanistanê û serokê desteya wezareta geşkirinê û gelek karsaz û kompanyayên Yûnanistanê beşdar bûn û doh roja yekem bû û sê rojan berdewam bû .

KDC

FREE
VIEW