Peyama Sersaxiyê Ji Bo Koça Dawî Ya Şêx Şamo

Îro kesayetiyê naskirî yê Kurdistanî Şêx Şamo çû ber dilovaniya Xwedê, ji bo vê bûyera xemgîn Konfederasyona Revenda Kurdistanî peyama sersaxiyê belav kir.

Ji ber vîrusa Coronayê gelê Kurdistanê kesayetiyekî din yê naskirî ji dest da, mixabin vê carê jî Şêx Şamo jiyana xwe ji dest da. Şêx Şamo salên dûr û dirêj xizmeta Kurdistanê û ola Êzdayetiyê kir.

Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê û malbata wî re dixwazin, bi rastî wefata wî ji destdaneke mezin bû ji bo me hemûyan. Ew endamê parlementoya Kurdistanê û Serokê Navenda Laliş a çandî û civakî bû. Her wiha hebûna wî di gelek çalakî û pêşkeşkirina xizmetê de diyar bû û li aliyekî din gotinên strana Referandûmê ya dema Referandûma Kurdistanê jî helbesteke wî bû ku tê de hestên wî yên neteweyî û nîştimanî yên bilind dihatin xuyakirin.

Rehma Xwedê lê be û cihê wî bihuşt be.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
18.01.2022

KDC

FREE
VIEW