Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Roja Zimanê Zikmakî Peyamek Weşand 


 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya navneteweyî peyamek ji Kurdên li derveyî welat re şand û tê de bal kişandine ser handana dê û bavan ku zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî yê şêrîn bikin lê ji ber ku ew xwe berpirsyar dihesibînin, di dema Koronayê de 5 Kursên nivîsandin û xwendina Kurdî ya bi Alfabeya Latînî vekirin û dê di demeke nêzik de kursên Kurdî ya bi alfabeya Erebî/Aramî jî vekin.
 
Peyam:

Di 21ê Sibata 1952an de gelê Bangladeşê xwepêşandan kirin û daxwaza mafê axaftin û xwendina bi zimanê dayikê kirin û desthilatdariya wê demê rastî bertekeke dijwar hat. Piştî vê di sala 1999an de Neteweyên Yekbûyî 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî nas kir ku bi salane bi hevkariya UNESCOyê tê pîrozkirin.

Em teqezî li ser fêrbûna zimanê zikmakî dikin û wek erkekî neteweyî dibînin. Hemû rêxistin û navendên navneteweyî ji bo kar û barên zarokan teqezî li ser vê yekê dikin û peymanên li ser mafên zarokan diyar dikin ku zimanê dayikê parastî ye. Ziman amûra têgihîştin û domandina mîrat û reseniyetê ye. Zarokên ku bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin pêşketîtir in. Ji ber vê yekê wek Navenda Revenda Kurd me heta niha pênc kursên fêrbûna zimanê Kurdî li ser înternetê organîze kir. Em niha dixebitin ku di demeke kurt de dest bi kursên Kurdî bi tîpên Erebî/Aramî bikin. Di heman demê de ji bo Kurdên ku bi tu awayî Kurdî nizanin dê kursên taybet werin lidarxistin da ku bi vî awayî fêrî Kurdî ya şîrîn bibin. Malbatên Kurd ên li derveyî welat heger dixwazin zarokên wan berî her zimanekî, fêrî kurdî bibin dikarin ji kursên navendê sûdê wergirin û fêrî nivîsandin û xwendina Kurdî bibin.
 
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi xweşhalî pêşiwaziyabiryara Brîtanyayê ku DAIŞ´ê li dijî Kurdên Êzdî komkujîkiriye dike

KDC

NûnerêKonfederasyonêRehîmreşîdî, bi SerokêKomîteyaDostaniyaParlamentoya Kurd û Kanadayê re hevdîtin kir.

KDC

Elmanya : Rewanda Kurdistanî li bajarê Nornbergê Newroz pîroz kirin

KDC
KDC

FREE
VIEW