Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Ji Bo Roja Cil Û Bergên Kurdî Belav Kir 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi minasebeta Roja Cil û Bergên Kurdî daxûyaniyek belav kir, ev roj li hemû Kurdan pîroz kir û banga pêşxistina cil û kevneşopiyên Kurdî kir.

Peyam:

Em bi minasebeta Roja Cil û Bergên Kurdî, vê roja taybet li hemû Kurdan pîroz bikin.
Wek tê zanîn her miletek xwedî çand û kevneşopiyên xwe ye û çanda cil û bergan jî dibin nasnameyeke neteweyî. Gelê Kurd jî wek her miletî xwedî li kevneşopî û cilûbergên xwe derdikeve.

Roja Cil û Bergên Kurdî her sal 10ê Adarê ye û her sal wê rojê mirov cil û bergên Kurdî li xwe dikin û vê rojê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku taybetmendiyên me yên neteweyî bêne pêşxistin, em wan biparêzin û çanda xwe bi nifşên nû yên cîhanê bidine naskirin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Peyama Sersaxiyê Ji Bo Koça Dawî Ya Şêx Şamo

KDC

Yewnanistan Wê Ji Bo Koçberan Kampeke Nû Ava Bike

KDC

28ê Gelawêjê salvegera Fitwaya Xumêynî li dijî xelkê Rojhilatê Kurdistanê

KDC
KDC

FREE
VIEW