bi amadebûna çend mêvanan desteya rêvebirîya navenda rewanda Kurdistanî-Awustraliya li Sydney a paytext hat hilbijartin
Evroj yekşembê 10/7/2022 di demjimar 07:00 ê piştî nîvrojê de kombûneka komîteya damezrênerê komîteya navenda rewanda Kurdistanî-Awustraliya li sydney hat sazkirin û tê de serokê komîteya herêma Pasîfîk a Partîya Demokrata Kurdistanê Barzanî jî amade bû
Di civînê de biryar hat dayîn ku Fexredîn Germiyanî nûneratiya navenda wîlayeta başûrê Awustralyayê bike û Mazen Berwarî nûneratiya navendê li wîlayeta Vîktorîa bike û di heman demê de di civînê de biryar hate dayîn ku hemû pêngavên pêwîst û fermî ji bo destpêkirina kar bêne temamkirin
Hêjayî gotinê ye ku di civînê de desteya rêveber a navendê bi awayekî fermî hate hilbijartin. yên ku bûn:
EBDULWEHAB TALEBANÎ: BERPIRSÊ NAVENDA REWANDA KURDISTANÎ-AWUSTRALIYA YE
Rezaq Sabir : Sekreter
Idrîs Berwarî : Berpirsê darayî
Sefîn Elî Îbrahîm: Berpirsê karûbarên hunerî
Xwişka Ciwan Qazaz: Endam
Selah Nûrî: Endam