Wezareta Derve ya Brîtanya roja Sêşemê bi fermî qebûl kir kuDAIŞê li dijî Kurdên Êzdî komkujî kiriye.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî pêşwazî li biryaraWezareta Derve ya Brîtanya dike û wê biryarê wek gavekeberpirsyar û dadmend dibîne. Di heman demê de em hêvîdarin ku welatên din jî kiryarên DAIŞ´ê yên li dijî gelê kurd wek jenosîd nas bikin da ku rêz li qurbaniyên jenosîdê bigrin û rê li dubarebûna tawanên bi vî rengî bigirin.
Di sibata îsal de nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanîli Amerîka û Keneda birêz Rehîm Reşîdî, li gel Fiona Bruce perlemantara berê ya Brîtanya û nûnera taybet ya serok wezîrbo karûbarên azadîya bawerî û ayînî û berevankarê mafênmirovan kom bû. Jean Figel Nûnera Bilind a berê ya YekîtiyaEwropayê ji bo Azadiya Ol û Endamê Komîsyona Perwerde, Fêrkirin, Çand û Ciwanan a Yekîtiya Ewropayê.Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi gelek sazî, kesayet û dîplomatên Brîtanî re hevdîtin kir ku bi fermî komkujiyênDAIŞ’ê weke sûcên li dijî mirovahiyê nas bikin.
Di rojên 6 û 7ê Hezîranê de, şandeke pilebilind a Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi serokatiya RehîmReşîdî ve beşdarî Konferansa Fasê ya ji bo Azadiya Olî bû, kutê de şandê bi fermî bang li civaka navdewletî kir ku tawanênDAIŞ´ê li dijî kurdên Êzîdî wek jenosîd nas bikin. di vê derbarê de, bi çendîn kesayetî û rêxistinên civaka sivîl yên Brîtanî re civiyan û ev daxwaz bilind kirin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo eşkerekirinatawanên li dijî gelê Kurd, wê erkên xwe bidomîne.
Em hêvîdar in ku Brîtanya û civaka navdewletî ji bo avakirinaŞingalê, vegerandina penaberan û bidawîkirina rola milîsanalîkar bin. Dîsa bo bi cîbicîkirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de, alîkarî û piştgirya wan pêvîst dibînin.







