Navenda Otava li Parlamentoya Kanadayê çalakiyek li dar xist

Navenda Revenda Kurdistanî li Otava, bi amadebûna çendîn kesayetan li salona Parlamentoya Kanadayê çalakiyeke çandî ya Kurdî li dar xist.
Roja Yekşemê 24/9/2023, Navenda Revenda Kurdistanî li Ottawa, bo yekem car şahiya çand û rewşenbîriya Kurdî li salona Parlamentoya Kanadayê bi beşdarbûn û piştgiriya Komeleyên Kurdên Ottawa û Gatineau û Mala Kurdî li Toronto birêve çû.


Di vê rêûresmê de xanim Trifa Ezîz Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka, Safîn Dizeyî Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Keneda Rehîm Reşîdî jî beşdar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Şuan Axa Xefûrî, berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Ottawa, xwe şîveke mezin li mala xwe ji bo hemû mêvanan pêşkeş kir.

KDC

FREE
VIEW