Kanada: Navenda Revenda Kurdistanî li bajarê Mississauga hate damezrandin

Bi amadebûn û serpereştiya raste rast ya Mister Kurd Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanada, her wiha Sertîp Kakeyî Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî li Kanada, Navenda Revenda Kurdistanî li Rojavayê Toronto ya mezin bi serkeftî hate damezrandin.
Di destpêka civînê de bi sirûda netewayetî ya Ey Reqîb û rawestana xûlekek bê dengiya ji bo rêzgirtina li giyanê pakê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê destpêkir.

Paşê Sertîp Kakeyî ji bilî bixêrhatina Nûnerê Konfederasyon û Nûnerên Navendên Toronto, London û Edmonton, li ser girîngiya damezrandina Navenda Mississauga ku zêdetir Kurdistaniyên Rojavayê Kurdistanê li wê herêmê nîştecîhin hate axaftin.

Her wiha Dr. Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li rêya telefonê ji bo amadebûyan axivî û armanc û bernameyên konfederasyonê şîrove kir.

Paşê Rehîm Reşîdî bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bixêrhatina amadebûyan kir û spasî hevkarî û palpiştiya kek Dilawer û hevalên wî yên ji bo rêxistina vê civînê kir.

Li beşekî din da Nûnerê Konfederasyonê di derbarê bername û projeyên neteweyiyên Konfederasyona Revenda Kurdistanî li ser asta cîhanê bi giştî, Amerîkaya Bakûr bi taybetî ji bo amadebûyan axivî û girîngiya wê hengavê ji aliyên cûda cûda ve şîrove kir û ragihand konfederasyon bi armanca komkirina Kurdistaniyan û yekxistina hêz û şiyanên wan yên bi navê xizmetkirina Kurdistanê hatiye damezrandin û mulkê hemû Kurdekî dilsoz û niştimanperwere û li derveyê bazneya partiyetî û hizbayetiyê têdikoşê û çetir û sêwana komker ya hemû Kurdistaniyekî dilsoz û xemxûre.

Mister Kurd bi pêdagîriyê ve behsa ewe kir Navenda Revenda Kurdistanî wekî navendekî civakî serbixwe xizmeta doza Kurdistanê dike. Heman demê de navendeke hewl dide komkerê zêdetirîn rêjeya Kurdistaniyan bê. Li vî warî da bi bernameyên zanistî û serdemiyane têdikoşê heta revendên me bi awayeke îroyî sûd ji war û derfetên yasayiyên welatên Amerîka û Kanada werbigrê.

Nûnerê Konfederasyonê li beşekî dinê axaftina xwe de behsa ewe kir ku li ser nifşên duyem û sêyem û piştî wê yên Kurdistanî ku li derve kar dikin û hewl didin Kurdistaniyan zêdetir li navend û sîstema welatên Rojavayî da cihê xwe vekin. Heta ku li vê rêyê ve baştir û berbelavtir piştevanê zêdetir ji bo doza rewaya Kurdistanê desteber bikin. Reşîdî li naveroka axaftina xwe de bi hurî li ser wê rastiyê rawesta ku Konfederasyon girîngiyeke taybetî ciwanan dide.

Her wiha Mister Kurd behsa ewe kir heta ku niha nêzîkî 45 navend li cîhanê ku heft navend li Kanada hatine avakirin û nêzîkî 40 sazî û rêxistinên medenî û nêzîkî bi 15 Federasyon ku girêdayî Konfederasyona Revenda Kurdistanî bin hene.

Li rewşeke azad û demokratîk da amadebûyan dîtin û pêşniyar û rexneyên xwe kirin û li beşeke din de Nûnerê Konfederasyonê û Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî li Kanada bi rêz ve bersîva rexne û pirsiyarên amadebûyan da. Paşê Emîr Muhemmedî Endamê Desteya Birêvebirê Federasyona Revenda Kurdistanî li Kanada behsa tomarkirina rêxistin û aliyên yasayiyên têkoşîna revendê ya li welatî kir.

Li beşeke din de lîjneyekî 5 kesî ji bo serpereştî kirina hilbijartinê hatin diyar kirin û paşê bi rizamendiya hemû amadebûyan li hilbijartinekî azad û demokratîk da her yek ji birêzan:

1- Hesan Mistefa
2- Ronî Zal
3- Serbest Zêbar
4- Ruqeya Hacî
5- Rakan Hesî
6- Subhî Ehmed
7- Seîd Şêxê

Bi Endamê Serekiyê Navenda Revenda Kurdistanî, her wiha Muhemed Muslim û Şêrvan Bekîr bi Endamê Cîgirê Navenda Revenda Kurdistanî li bajarê Mississauga yê hatin hilbijartin.

Li yekemîn civîna desteya hilbijartî de Hesen Mistefa bi Berpirs û Ronî Zal bi Cîgirê Berpirsê Navenda Revenda Kurdistanî ya li bajarê Mississauga û Rojavayê Torontoya mezin hatin hilbijartin.

___

Bi dehan gundên Kirmaşanê bê ava vexwarinê mane

KDC

Webinarek Taybet Li Ser Kîmyabarana Helebceyê Hate Sazdan 

KDC

Şefa Barzanî bi serokên Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê (SV) re civiya.

KDC
KDC

FREE
VIEW