Gurcîstan: Komeleyekî Kurdî hate bin sêwana Konfederasyonê

Komeleya Kurdî ya Gurcîstanê “Runahî“ li nameyekî fermî da, ku pêşkêşî Konfederasyona Revenda Kurdistanîyan kiriye, daxwaz kiriye li jêr sêwan û çetra Konfederasyona Revenda Kurdistanî da berdewamiyê bide kar û xebatên xwe yên medenî, Konfederasyon jî pêşwaziya wan dike.

Li nameya wan da hatiye balkişandin ku bi baweriyê ve li vê beşdarî kirin û hemahengiyê dinêrin û wiha bawerin ji bo hemû aliyan sûd bexş dibe û dibe ku hengavekî baş bê ji bo zêdetir pêşvebirina komeleya wan.

Dîtin û armancên hevbeş yên li peywendiyên wan bi Konfederasyonê ve bi van armancan li jêr de têne dîtin:

  • Bihêz kirina peywendiyên hevbeş li gel rêxistin û kesên hevbîr
  • Beşdariya çalak li kar û çalakiyên konfederasyonê û ji ezmûn û tecrubeyên hevdû sûd wergirtin.
  • Sûd wergirtina ji ezmûna konfederasyonê ya ji bo pêşxistina erkên wan û bi hev re, ber bi serkeftinên zêdetir hengav avêtin.

Li dawiyê de piştrastiya xwe nîşan dane bi endambûna wan ya li Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku sûd ji bo komeleya wan dibê, heman demê de bihayek ji bo hewlên konfederasyonê jî zêde dike.

Konfederasyon jî wekî herdem ji bo hemû rêxistin û komele û saziyek dergehê xwe vekiriye, ku prensîpên pêkve karkirina li gel konfederasyonê bi wan baş bê û bixwazin li bin sêwan û kepra konfederasyonê xebata xwe berdewam bikin. Bi vî awayî dikarin karên baştir û hengavên bihêztir û baştir li kar û xebata medenî da bê avêtin.

Konfederasyon bi germî bi xêrhatina Komeleya Runahî dike û hêvîxwaze bi hev re bikarin karên baş û hengavên baş yên ber bi serkeftinên mezin bavêjin.

___

şandeke konfedralî û navenda Rewanda Kurdistanî serdana yekîtiya parlementerên Kurdistanê kir

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Almanyayê Ji Bo Salvegera Referandûmê Merasîmek Lidar Xist

KDC

Peyama Konfederasyonê ji bo xuşk û birayên me yên Xiristiyan

nusar1
KDC

FREE
VIEW