Helebçe – (Heleba piçûk)
Cankurd – 1988 Suwarê mirinê peya bû Li bajarê Helebçe Bê tang û tiving, bê debançe… Zarok ên şîrmij Keç ên berbext …û hemî kes ên ku li wir Suwarê mirinê ji bo Fîrewn ji bo Qaron… Qelfê mirovan da ber xwe û bir… Ta dilê Zehakî vehesîne Ta sax bimîne, bo wî ew erş û text… Jin û zariyan, qaz û qumriyan Pez û koviyan Tev dane ber “Senf” û „Tabon“ ......