Lîtvanya Wê 272 Koçberên Iraqî Vegerîne

Li gorî nûçeya kanala Bîlsat a Polonyayê, Lîtvanya ji bo vegera 272 koçberên Iraqî 1000 Euro tazmînat daye û biryar e di hefteya pêş de wan vegerîne Iraqê.

Komeke koçberên Iraqî di hefteya pêş de wê ji Lîtvanyayê bên derxistin û vegerin Iraqê. Her koçberek, wê 1000 Euro bistînin.

Eûronewsê ragihand ku di meha Kanûnê de rayedarên Lîtvanyayê ragihandibûn ku ew amade ne 1000 Euro bidin koçberên ku bi rêyên neqanûnî ji Belarûsê derbasî Lîtvanyayê bûne. Ji Tîrmeha borî ve Lîtvanya nêzî 500 koçber vegerandiye û vê dawiyê jî 272 koçberan ev pêşniyar qebûl kirine.

Lîtvanyayê berî Kanûna 2021an ji bo vegerê 300 Euro dida lê belê gelek kêm koçberan ev yek qebûl kiribûn.

Koçberên li Lîtvanyayê

Li gorî îstatîstîkên dawî yên Hikûmeta Lîtvanyayê 2 hezar û 858 koçber Iraqî ne, 89 jê Rûs û 67 jî ji Hîndîstanê ne. Hejmara koçberên ji Tîrmeha par û vir ve bi rêya Belarûsê hatine Lîtvanyayê zêde bûye û bi qasî 4 hezar 500 koçber tomarkirî ne.

Ji Kongo, Sûriye, Kamerûn, Belarûs, Afganîstan, Îran, Kenya, Srî Lanka, Nîjerya, Pakîstan, Tirkiye, Gambiya, Somalî, Malî, Tacîkîstan, Yemen, Senegal û Erîtreyê jî koçber hene.

___

Lijneyeke Amerîkî Dixwaze Tirkiye Ji Rojavayê Kurdistanê Derkeve

KDC

Civîna Navendî ya Nîderlandê

KDC

45 Salîya Damezirandina Komkar hat Pîrozkirin.

nusar1
KDC

FREE
VIEW