Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji bo 34´emîn salvegera terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî


Îro 34 sal bi ser kuştina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyanayê derbas dibe.
Wek diyar e, egera kuştina Dr. Qasimlo û rêhevalên wî ne tenê pirsgirêka Kurd li herêmê, her wisa jî bi giştî li Îranê bihelînin. Rijandina xwîna şehîd Qasimlo ya bi neheq, niha ji her demê zêdetir bûye rêya têkoşîna nasname ya gelê Kurdistan, bo bi destxistina aştî, azadî û demokratiyê.
Her di vê bîranîna tal de, em şehîdên vê dawî yê Siyamend Şaboyî, Adil Mohacir û Loqman Acî bi bîr tînin û sersaxiyê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi taybetî ji malbatên wan şehîdan re û bi giştî ji gelê Kurdistan re radigihînin. Em piştrast in ku ev teror û qirkirin, weke ku dîrokê nîşan daye, wê nikare têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bide sekinandin.
Di vê bibîranîna xemgîn de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, tevî şandina silav û sersaxiyê bo canê pakê Dr.Qasimlo û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê de nîşan dide. Piştgirî û beşdariya xwe di hemû civîn, semînar û çalakiyên ku li derveyê welat bo şehîdên Vîenayê pêk tê, derdibire.
Bilind be bîranîna şehîdê rêber birêz Dr.Qasimlo yê nemir û geş be ala ya tekoşîna rizgarîxwazên Kurdistan.
13 Tîrmeh 2023
Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW