Ji Bo Hişyarkirina Koçberan Dê Perwedehiya Taybet Bê Dayîn

Ji bo ku koçber bêtir tev li civakê bibin û xwe nespêrin zarokên xwe, çend dê û bavan dest bi dewreyên fêrbûna zimanê Swêdî kirine.

Di kursên bi sernavê “Avakirina Ji Piran Ji Bo Dê û Bavan” de, tevî agahiyên li ser mafên zarok û dê û bavan, agahiyên perwerdeyê hene.

Fikra înîsiyatîfê li Yotboriyê di şeva dîyalogê de dest pê kir û di wê demê de dê û bavên ku ji bo li Swêdê xwe bi tenê hîs nekin, nîqaş li ser hate kirin ku dê û bav çawa di nava civakê û malê de pozîsyona xwe xurt bikin.

Yek ji axaftvanên însiyatîfê Ebîr Hemmûd got, “Dema ku dê û bavek heta temenekê ne li Swêdê bûn, ne dema hînbûna Swêdî bû û niha zarokên ji wan re wergêriyê dikin, ev jî tê wê wateyê ku zarok xwedî desthilat in.”

Bi berdewamî got, ”Em dixwazin derbarê civaka Swêd de zêdetir agahiyan bidin dê û bavan da ku di nav malbatê de helwesta xwe ya desthilatê bi dest bixin.”

Her wiha kurs dê û bavan bi awayê ku bi zarokên xwe re têkiliyê deynin, eger zarokên wan li ser rêya çewt bin wekî madeyên hişbir, dizî û sûcên din jî wan hişyar dikin.

Înîsiyatîfê heta niha neh civîn li dar xistiye û gelek dê û bavên koçber beşdar bûne.

___

Konfedresyona Rewanda Kurdistanê 77 saliya damezrandina Komara Kurdistanê pîroz kir 

KDC

Bi Sedan Koçberên Afganî Berê Xwe Dane Sînorê Yewnanistanê

KDC

Li Jutlanda Danîmarkayê Navenda Revenda Kurd Hate Damezrandin

KDC
KDC

FREE
VIEW