Polonyayê Çar Koçber Rizgar Kirine

4 koçberên ku çemeke li ser sînorê Polonya-Belarûsê winda bûbûn ji aliyê parazvanên sînor ên Polonyayê ve hatin dîtin. Polîs dibêjin operasyona wan a rizgarkirinê ne hêsan bû, wek têkoşîna man û nemanê bû.

Di operasyona rizgarkirinê de ku çend saetan dewam kir, pasevanên sînor û agirkujên Polonyayê 4 koçberên ku sînorê Belarûsê derbas kiribûn bi alîkariya firokeyeke bêmirov rizgar kirin. Artêşa Polonyayê li devereke dûr koçber dîtine.

Di daxuyaniya Artêşa Polonyayê de hat ragihandin ku sermaya zêde zerareke mezin daye koçberan ku ev bûye wek têkoşîna man û nemanê û berdevkekî parastina sînorî yê Polonyayê piştrast kir ku wan jin û mêrek rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî rêxistina Oghasa Okalini, koçber roja Duşem a 13ê Berfanbarê li herêma Marşî li nêzî depoyeke li gundê Siminovka digeriyane lê roja din ji bo xebatkarên alîkariyê peyameke bi erebî şandin.

Koçberan daxwaza xwe ya serlêdana penaberiyê li Polonyayê dubare kirin.

Bi hezaran koçber bi hefteyan e dixwazin ji Belarûsê di ser Polonya û dewletên Baltik re derbasî Welatên Ewropayê bibin û Serokkomarê Belarûsê Aleksander Lûkashenko sûcdar dikin ku ji herêmên krîzê heta Mînskê mirovan dike hedef û bi vê rêya rewşa rojava nearam dike.

KDC

FREE
VIEW