Wezîrê Derveyê Lîtvanyayê Wê Serdana Herêma Kurdistanê Bike

Wezîrê Derveyê Lîtvanyayê Gabrielius Landesbergis roja Yekşemê çûye Iraqê ku wan geştên ji bo Belarûsê rawestandiye da ku herikîna penaberan ji bo Ewropayê ji holê rabe.

Landesbergis di konferanseke rojnamevanî de bi hevtayê xwe yê Iraqî Fûad Hisên re li Baxdayê ragihand ku ew hêvîdar in hevkariyê di navbera Lîtvanya û Iraqê de bikin da ku çareyekê ji trajediya koçberiyê re bibînin û baweriya navbera her du welatan xurt bikin.

Wezîr li ser wê jî avivî ku Iraq yekem welat bûye ku geştên ji bo Belarûsê ragirtiye û Iraq wek mînakeke baş a danûstandinê û pêkanîna baweriyê nîşandan da.

Wezîrê Derveyê Iraqê Fûad Hisên di konferansê de wiha got: “Ew li ser avakirin û pêşxistina têkiliyên dîplomatîk a di navbera her du welatan de bi berdewamî dixebitin û spasiya Wezîrê Derveyê Lîtvanyayê dikim ku roleke mezin di alîkariya Iraqê de di warên cuda de lîstiye.”

Wî lê zêde kir ku wan hewleke mezin dane ji bo derxistina Iraqê ji lîsteya welatên metirsîdar ew jî ji ber pirsgirêkên wek terorîzm û spîkirina pereyan. Wan navê Iraqê ji wê lîsteyê jêbirine ku wî wek serkeftineke dîplomatîk nîşan da.

Di derbareyê bernameya serdana Wezîrê Derveyê Lîtvanyayê de Wezîrê Derveyê Iraqê ragihand ku bername hîn bi dawî nehatiye û dê li Baxdadê bi Serokwezîr Mustefa Kazimî re jî hevdîtinekê bike û dê serdana Hewlêrê bike da ku bi berpirs û serkirdeyên Herêma Kurdistanê re bicive.

KDC

FREE
VIEW