Amerîkayê Hişyarî Daye Dîplomat Û Hevwelatiyên Xwe

Washington bang li dîplomatên DYAyê dike ku ji Ukraynayê derkevin û hişyarî daye welatiyan ku neçine Rûsyayê.

Li ser zêdebûna aloziya li Ûkraynayê, Amerîkayê daxwaz ji malbatên dîplomatan kiriye ku ji Kîevê derkevin û daxwaz ji hevwelatiyên xwe jî kiriye ku geştên ber bi Rûsyayê ve betal bikin.

Ajansa nûçeyan a Fransayê ragihandiye ku Wezareta Derve ya DYAyê ferman daye malbatên dîplomat, personel û hevwelatiyan ku bi firokeyan ji Kîevê derkevin.

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê ji rojnamevanan re got: “Ew di wê baweriyê de ne ku Rûsya dikare di demeke kurt de Ûkraynayê dagir bike û ji ber senaryoyeke bi vî rengî, Amerîka hevwelatiyên xwe hişyar dike ku ji wir derkevin.”

Rayedar di daxuyaniya xwe de got, “Sefaretxaneya DYAyê vekirî ye.’’

KDC

FREE
VIEW