Rûdanên Dawî Yên Şerê Rûsya Û Ûkraynayê 

Şerê Rûsya û Ûkraynayê berdewam e û di heman demê de şandeyên Ûkrayna û Rûsyayê hevdîtinan jî dikin.
Şaredarê Sumiyê da xuyakirin ku ji ber êrîşa fuzeyên Rûsî ya li ser baregeha leşkerî ya li herêma Oktîkar, zêdeyî 70 leşkerên Ûkraynayê hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve jî Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihand ku hêzên wan helîkopterek, 5 firokeyên şer yên Rûsî xistine xwarê.
Li gorî ajansên nûçeyan yên Amerîkayê diyar ku artêşa Rûsyeyê bi dirêjahiya 64 kîlometreyan bi konvoyekê ber bi Kîev a paytextê Ûkraynayê ve tê û wê hewl bide wir bixe bin kontrola xwe. Rûsyeyê dixwaze dorpêçê li ser Kîevê deyne û ji deverên din qut bike.
Şaredarê Kheyrson a ku li başûrrojhilatê Ûkraynayê ye, ragihand artêşa Rûsyayê xwe gihîştandiye derdora bajêr û çend nuqteyên kontrolê danîne.
Şer di demeke wiha de ye ku şandeyên muzakereyê ya her du aliyên li ser sînorê Ûkrayna û Belarûsê hevdîtinekê bikin.

KDC

FREE
VIEW