Di Meha Borî De Nêzîkî 31 Kurd Hatine Girtin 

Tenê di meha derbasbûyî de nêzîkî 31 Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tohmeta çalakiyên siyasî û sivîl hatine desteserkirin û sê çalakvan jî ji aliyê dadweriyê ve bi zîndanîkirinê hatine sizadan.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê di meha borî de îstatîstîkên ku tenê di meha borî de nêzî 31 welatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi tawana çalakiya siyasî û medenî hatibûn girtin, weşandibû.

Li gorî agahiyên rêxistinê 25 Kurd bi tawana çalakiyên siyasî û hevkariya partiyên Kurdistanî hatine girtin û 5 kes jî bi tometa çalakiyên sivîl û xebatkarek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin. Sê çalakvanên jin ên Kurdistanê jî hatine girtin. 10 ji wan girtiyan bo zîndanê hatine şandin ku rêjeya herî bilind a girtinan ji alîyê Îtlaatê ve bûye ku 18 kes in.

Veqetandina li gorî sûcdariyê:

Çalakvanên siyasî: 25 doz, ku ji sedî 80 ê giştî ye.

Çalakvanên sivîl û pîşeyî: 5 doz, ku ji sedî 16 ê giştî ye.

Çalakvanên mezhebî: 1 doz, ku ji sedî 4 ê hejmara giştî ya dozan e.

Veqetandina li gorî bajaran:

Kirmaşan : 4 doz

Urmiyê : 20 doz

Sine: 7 doz

Navendên ku welatî hatine girtin:

Îtlaata artêşê : 2 doz

Rêveberiya Îtlaatê : 18 doz

Darizandina cezayan: 10 doz

Ne diyar: 1 doz

Cihên desteserkirinê:

Mal: 1 doz

Kolan: 7 bûyer

Kargeh: 3 doz

Dadgeh: 10 doz

Rêveberiya Îtlaatê: 9 doz

Sînor: 1 doz

KDC

FREE
VIEW