Macron: Fransa Dê Alîkariya Xwe Ya Ji Bo Iraqê Bidomîne

Piştî civîna Serokê Fransayê û Serokwezîrê Iraqê kongreyeke rojnamevanî saz kirin û tê de tekezî li ser hevkariyê kirin û Serokê Fransa tekezî li ser alîkarîkirina Iraqê kir.

Roja şemiyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku ew hewlên Fransa yên ji bo pêşvebirina konferensa hevkariya Baxdadê bilind dinirxîne û tekez dike ku dê Fransa û Iraq bi hev re kar bikin ji bo pêşxistina demokrasiyê.

Di kongreya rojnamevaniyê de Serokê Fransayê Emanuel Macron jî got ku welatê wî biryar daye ku alîkariya Iraqê li dijî terorê bike û herêmên zirar dîtine ji nû ve ava bike, di heman demê de hilbijartinên pêşwext ên Iraqê girîng nîşan dide û hêvî dike ku bê kêmasî be.

Biryar e Macron serdana Herêma Kurdistanê jî bike û ligel berpirsên bilind yên Herêmê bicive.

Konferansa civîna bilind a Bexdayê ya ji bo hevkariyê, bi beşdariya serok û wezîrên karên derve yên neh welatan tê lidarxistin.

KDC

FREE
VIEW