Axiftina serakê nemir 

Mele Mustefa Barzanî

[Li Konfirenseke hevpar a berpirsên partiyê û serekhêzên pêşmergan]

15.04.1967

Wergerandina ji Erebî: Cankurd

Jêder: Hebîb Muhemmed Kerîm – Li ser kelepora niştimanî ya Barzaniyê nemir- Çapxaneya Xebat-1991

Sergotina wergêr

Hîç ne asan e, ku mera wergerandineke sedased ji Erebî bo Kurdî bike, lê dîsa jî min bizava xwe kir, ku ez vê axiftina giranbiha bo xûşk û birayên, ku bi Erebî nizanin, werbigerînim bo Kurmanciya bakur, da ewan jî di vê meha, ku tê da sedsaliya ji dayikbûna serakê nemir da, gotineke wî ya giring bixwênin..Dibe ku hinek bêje ne sedased wek di metnê erebî da bin, lê ji xwe ew axiftin di dema xwe da bi Kurdî bûye…Ta ji min hat, min wateyên vê axiftinê nasîn û ez dixwazim wan bêjeyên serakê me yê nemir bo we pêşkêş bikim.

Gorbehiştê mezin Mele Mustefa Barzanî di vê axiftinê da, wek her gundiyekî kurdê çiyayî rast û dirist  dipeyive, bê peyvên mezin ên akadêmiyan an serokan, lê ew bi asanî bo heval û hogirên xwe yên dilsoz, bo pêşmergeyên xwe yên qehreman axiftina xwe li ser biratiyê, berdestiya gel, ji hev hezkirinê û fedekariya ji bo kêşeya netewî dike, û wek diyar dibe; ew weseka xwe ya têkoşînî dike, û ji wan hêvî dike, ku jîna xwe wek wî di ber gelê xwe yê binzor da bidin. [Cankurd]

Birayên xoşewîst..

Assalamû Eleykum

Ez gelek serbilindim bi kurên gelê me, ku pêrgî zehmetî û êşên giran hatîne di va dema dirêj da ji vêketina şorişa me û ta va roja me. Ewên ku germî û sarî, girtin û mirin û wêranî dîtine. Wan qehremanî, berxwedan û wêrekî ciyê şanaziyê ne bo me tevan û ciyê pêxweşiyê ne ji dûroka gelê me re di dema xwe ya niho da û di paşeroja wî da.

Ewê ku ta niha bi cîh hatiye şanazî û dilşadî ye û seriyên me bilind dike. Ew qehremanî, xîret û wêrekî ya ku gelê Kurd diyar kiriye û wan qehremaniyên bi rûmet, ku Kurdan di vê şorişê da kirine, tevî kêmbûna kanînên wî û tevî we xinizî û zor û sîtema, ku bi ser da hatine, ew li ber xwe dide û di ber xwe da têkoşînê dike, em wek vê li çi derê û li ba çi netewan ji Kurdistanê pê ve nabînin.

Ewê ku bi seriyê gelê Kurd hatiye, tenê dora % 4 ji xelkê li der ve pê bihîstiye, lê gava şorişek li derve çêbibe û tenê çar karên qehremanî bên kirin, ewan wekî sedî tên diyarkirinê ji ber ku kes hene alîkariya wan bikin û bo wan çareyên bangeşîniyê hene û kes hene piştvaniya wan bikin û li gel wan rawestin, lê tiştê li Kurdistanê bûye, bê alîkarî û piştvanî ji kesekî ve çêbûye, û bi çekên kêmbiha li hember hêzek mezin a zorbaz û sîtemkar. Berxwedan û tewat û bargiraniya, ku gelê Kurd di van salan da diyar kiriye, bi seriyê gelên dî ne hatiye, û eve ji me re ciyê serbilindî û şanaziyê bi gelê me ye, ji ber ku evê bi ser gelê me da hatiye ji kanîna mirovan mezintir e.

Wek min gelek carin din gotiye, ez li vir jî dîsa dubare dikim, ku ev şanazî ne tenê bo ewên tiving li mil, lê belê bo teviya cotkarên Kurd e û bo teviya jin û zarok û ciwan û pîremirovên Kurd e, loranî ku wan giş tev li şorişê û van karên qehremanî bûne û pêrgî tehlî, êş, xişim û bobelatan hatîne.

Birayên xoşewîst…

Di her şorişekê û her tevgerekê da li vê cîhanê, ku bo berdestiya netewekê çêdibe, pêwîst e kar û bar di destê wan berpirsan da be, ku berdestiya gel li ba wan di ciyê pêşîn da ye û bi neykirina xwe û ji bîrkirina bercewendî û daxwazên xwe yên kesanî dixebitin, û her karekî, ku tê da bercewendiya gel heye, dikin tevî ku ew kar dij bi bercewendî û dilxwaziyên wan ên xweyî bin.. û ewê ez dixwazim we niha pê agahdar bikim, hîç wek rexneyê bo kesekî ji nav xwe nebînin, û ez naxwazim hûn guman bikin, ku ez kesekî rexne nakim..

Di van xalikên, ku ez bînim zimên da, ez xwe jî rexne dikim gava karin min ziyanê bigihînin şorişê û ziyanê bo wê û bo gel bînin.. Divê hemî histobariyêd xwe û çawa bi cîh anîna wan zor bi diqet bizanin, û her berpirsekî di şorişê da bo bercewendiya şorişê kar nake û xwe nade ber histobariyên xwe, hîngê ew dibe neyarê me û ew dibe berdestekî dilsozê neyarên gelê me.. Divê em têbigihînin gel çi dixwaze, em têbigihin hevkarî û hevgirtinê, û em wateyên Kurdayetî û netewayetiyê binasin.

Berpirsê dev ji bercewendiyên şorişê bo bercewendiyên xwe yên kesanî berde, an ewê bo tijîkirina berîkên xwe û bo bi destxistina hodeya diravî kar dike, an jî bo sermeziniya vala, kesê wusa nabe wek Kurd bite jimartin û ew nikane berdestiya şorişê bike.

Bo nimûne: Eger komîtiyek herêmî ya partî li vir hat avakirin û yek li wir, û eva yekem têkçûn bo ya dî xwast, tenha ku bê gotin; ev baş e û ya dî têkçû ye, an jî serhêzek binxistina serhêzekî dî bixwaze, da bê gotin ew baştir e û serkeftîtir e, ev ne hişmendî ye û ne ji hîsê netewî ye û têkiliya wê bi jîna partînî û şorişîn tune ye. Netewayetî û partîniya şorişîn a rast ewe, ku em bi hev re alîkarî û hevkariyê bo bercewendiya gelê xwe bikin.

Goriyên me gihan 2000 şehîd û dibe bêtir bin, evana giyanên xwe yên paqij di ber vê netewê û vî niştî da û bo mafên me yên ji dest hatine girtin dan, û wek min gelek caran gotiye; ew xelasiya me ye ji van sîtemkariyên her mayîne, da ku ji me re mafê raydayînê di vê rûdanê da hebe. Da mafê bi kar anîna hişên me û bi dest xistina zanînê û sergeranê “îdarekirinê” û xwendinê, û bi destxistina her kar û barekî bi welatê me ve girêdayî bo me jî hebe, da ku ji me re mafê biryarstandinê hebe û mafê neykirinê û mafê em bikaribin wek her mirovekî bê êşkişandin û zordarî bijîn û gava hêrişek bi ser me da bê, bo me destin bi hêz hebin, ne hêlin kes zora me bibe û bi qirkên me bigire, me bê bihin bike..

Eve, û ez tika ji we tevan dikim, ku hûn bi hev re, bi dilin sade, alîkariya hev bikin, û we ji wan bedkariyan biparizin, ewên ku di nav me da û di nav rêzên me da ji me ra bibin neyarin mezin, û eger em wek bira û bi dilsozî û wefadarî alîkariya hev bikin û bo bercewendiya giştî têkoşînê bikin, û eger hemî bercewendiya Kurdistan û şorişê deynin ser bercewendiyên xwe yên taybet, wê hêzek nikanibe mafên me daqirtîne û wê kesek nikanibe bavêje ser gelê me.

Birayên min…

Malê dinyayê ne ewqas biha ye, ku em bo wî rûmeta xwe ya netewî û niştimanî ji dest bidin, û divê xwarina xweş û bi rûn, û doşeka nerm bercewendiya gelê me ji bîra me nebin. Binêrin li milyonerên kurd ji xudan samanên mezin, ku alîkarî bo şorişa gelê xwe ne dane, li wan binêrin çawa nebed û qerêjin di çavên tevan da! Saman rûmetê nîne, mal û saman eger bo bercewendiya gel ne hatin dayîn dibin jêdera serjêrî û rûreşiyê. Me hîç ne bihîstiye, ku rojekê dûrokê pesna mirovekî daye ji ber ku xwarinek xweş dixwar û li ser doşekek nerm radiket. Tenê ewên, ku zehmetî dîtine, kul û êş bo nişt û gelê xwe dîtine û bê westan xebitîne, bo rakirina sîtemê ji ser xwe hatine bi navkirin. Erê, tenê bi rûmetê, hevkariyê, biratiyê û harîkariyê di nav we da, hûn dikarin bibin ciyê serbilindiyê bo tevan. Min berê gelek got û li pêş we dîsa jî dubare dikim; ewê ji tevan cîhnizimtir, ez berdestê wî me, ez ne serakê kesekî me û ez naxwazim bibim serakê kesekî.. lê ez dixwazim bibim birayekî we, berdestiya we bikim û hûn bibin bira û piştegîr ji min re û em tev bibin kurên vê netewê û berdestiya wê bikin, û em nefsên xwe ji xweheziyê, ezeziya vala û çavlê yên ne dadmend daweşînin, em jîr bin û haj xwe bikin ji neyarê xwe.

Divê em rastîniya xwe ji bîr nekin û bila di ser me re lawazî û fêlbazî derbas nebin, ne bi hatina parçeyek kaxedê, ne bi peyvekê û ne jî bi derewekê.

Pêşverûtî ewe, ku em bo zanîn, hişmendî, mirovatî û nefspaqijiyê bixebitin, û em bi bi bawerî, dilsozî û dilpakî berdestiya gel bikin, ewê bi vî alî ve kar neke, kî dibe bila be, ez wî pêşverû nabînim, û ewê çavêd wî li mal û namûsa xelkê ne, ewê davêje ser wan û zordariyê li wan dike û rizabûna Xwedê û ya xelkê winda dike, hîç nabe ji mirovan bite jimartin.

Birayên xoşewîst…

Ez tika ji we dikim, ey lawên hêja yên gelê me, hûn piştgîriya partiya xwe roj bi roj bikin û bi hêztir bikin, rêk û pêktir bikin û bêtir jê re alîkar bin, çiku gava saziyên partiyê baş û bi hêz bin û livbaziyêd wê bi diqet bin, wê hêzêd me bêtir xort bin û rewşa gel wê çêtir be. Wateya partî saziyên gel e, hêzên me û hemî encumenên dî, ku parek in ji gel. Hîç şorişek bê rêberiya partiyek sazend bi ser nakeve, û gava ez dibêjim partî, mebesta min ew partîyê dilsozê gel û bercewendiyên wî ye û mebesta min ne ew komik e, ku li (Mawet) zordarî û sîtemê li gel dike û xwe bi partî navdike. Wilo ye eger em ji şorişa xwe ra serketinê dixwazin, divê em tev, ez, hêzên me yên çekdar û gel, piştgîriya vê partiyê xwe bi dilsozî bikin.

Nabe em serokatiyê û mezinahiyê bidin ber çavêd xwe.. Kî xudan jêhatinên pêwîst e û wan jêhatiyan di berdestiya gel ke, gel ji xwe wî ji xwe re serak dibîne, û eger kanîna min, bo nimûne, ne bese bo sergerana (10) pêşmergan û min xwast ez bibim fermandarê fesîlekê an seriyekê, ne bo tiştekî, tenê bo ku navê min bêtir bibirîse, ew serokatî wê wek rûniştina li ser pîkinekî gevş ê hişk be, bi zûkî dê bişike û ezê bikevim xarê û stûyê min jî wê ji ber vê yekê bişike.

Qehremanî û berdestiya rastîn, ewe ku tu her karekî bi te hatiye pesartin, bi wefadarî û fedekarî bikî û berdestiya gel li ber çavên te be.

Niyeta qenc û berdestiya rastîn egereke bo serketina şorişê, ezezî û nîfaq eger di nav me da hebin, ew berdestiyeke em ji neyarî re pêşkêş dikin û neyartiyeke em bo xwe û bo gelê xwe dikin.

Her yekê ji we histobariyekê ji gel hildigire, divê ji pêrewên xwe bêtir êşê hilgire, û eger yek ji wan birçî bû, divê xwarina xwe bide wî, ji ber ku yê mezin barê yê biçûktir radike.. û eger min xwe bi serek navkir, şerm e bo min ez têr û tijî bim û ez li pêş xwe yekî ji min biçûktir heye ji nêza dinale, hema eger ez ji nêza re mirim û min yekî hejar ji birçîbûnê rizgar kir, ew bo min rûmetek mezin e. Mirovatî ewe, ku tu xweşiyariya xwe bo ewên binzorkirî û belengazan gorî bikî, û em nikanin berdestiya gelê xwe bikin, eger li ba me alîkarî û rûhê fedekarî û qurbaniyê tune be..

Divê hûn baş bizanin, ku em bi çekan tenê bi ser nakevin, ne bi standina pare û ne jî bi avêtina ser ên din û bi kuştin û ziyanpêgihandina wan, emê bi serkevin dema dilên me ji hev re paqij bin, û dema li ba mezin û biçûkan ji hev re hîsên hezkirin û rêzgirtinê hebin. Em bi ser dikevin dema her Kurdek başî û nebaşiya birayê xwe yê Kurd wek başî û nebaşiya xwe binase û em ji hev re rastiyar bin, û ez li gel te bim, alîkarê te bim gava pêwîstiya te bi min hebe û gava ez birçî bûm, tu ji nanê xwe bidî min, tu piştvaniya min bikî gava hawara min giha te û ez alîkariya te bikim gava hawara te bigihe min. Divê em ezeziyê deynin alîyekî.. Tu kurê vî gelî yî û ez jî kurê vî gelî me, ez bo vî gelî dixebitim û tu jî bo vî gelî dixebitî.

Divê em hemî mal û jîn û hiş û zanîna xwe û her dêrîneka xwe di berdestiya vî gelî da bidin, ta em wî rizgar bikin û destê zorbazî û xiniziya bi wî dibe bibirrin. Eger em berdestiya vî gelî bi vê dilsoziyê û bi vê hezkirinê nekin, divê em hîngê bizanin, ku em berdestiya neyarî dikin û emê li ber Xwedê û gel histobar bin.. Min gelek caran ev çêrok berê ji we re gotiye:

Dê û bavê, ku bo wan du kur hebin, yek ji wan filiçî be û her di nav ciyan da raketî be û pir daxwazêd wî ji dayik û bavê wî hebin, her roj ji wan serîşuştin û hilgirtin û berdestiyê bixwaze, tu yê bibînî, ku heta bav û dayika dilovan û dilnaz dê ji wî dilsar bibin û li ber Xwedayê xwe bigerin, ku wî bibe nav dilovaniya xwe ya fireh û wan ji wî qurtal bike, piştî ku hêviya saxbûna wî ji dest dan. Lê belê kurê dî, ku tersî yê dî sax e, wê bêtir dayik û bavê wî serkohiyê li wî bikin û hêviya xwe li ser wî girêbidin, eger ew şahzadek be, bavê wî çavrê ye, ku ew ciyê wî bigire, û eger kurê gavanekî ye, dê bavê bibêje; ewê alîkariya min di jiyanê û paşerojê da bike, û wê çavrêyê xêrê be ji kurê xwe. Eger hûn alîkariyê ji kesekî dixwazin û rewşa me ya kurê filîçî ye, çavrêya silavekê jî ji kesekî nekin, lê hema eger em bi rastî mêr bin, hîngê hûnê bibînin, ku ji her aliyekî ve ji me re alîkraî tê, eger em ne di wê keviyê da bin, ewên ku alîkariya me bikin jî, hûnê bibînin wê carekê alîkariya me bikin, lê wê cara dî bo me silavê jî nekin û wê silavê li me bêtir ji me bibînin.

Tenê bi qehremanî û karkirina dirist em dikarin hêviyên xwe bi cîh bînin, ew qehremanî û hêzdarî tenê bi kar anîna hişî li gel xebatê bi dest dikeve, hema gotin bi serê xwe û devtijîkirin û xwepesiniya vala û gotina, ku ez vê û vê dikim û kar vê re tune be, tiştekî ji me re nayîne û çi hodeyê ji me re nayîne.

Ez – bo nimûne – eger ezezokî, dexsîner bim û ez sermeziniyê li gelê xwe bikim, ezê çawa berdestiya wî bikim? Emê têkbiçin, û bêguman heta em çiya bin jî, eger em ji hev ra ne dilsoz bin, emê têkbiçin. Piştgîriya min ji te ra û ya te ji min ra, ji te ra piştgîrî ye, ji ber ku tu û ez, em bo gelê xwe û bo xwe dixebitin û piştvaniya me ji hev ra piştvanî ye bo gel û lawên vî gelî ye. Ez û tu birayên hev in, em ji yek niştî ne û boçûnek hevpar û yekbûyî me bi hev ra girêdide, û ev dihêle, ku em bi dilsozî destên xwe di destên hev kin û bi rûhekî biratiya pak, da ev şoriş ji destên me neçe û destkeftinên wê yên bi fedekariyên mezin hatine û tên, têkneçin, ewên ku gelê me yê Kurd ji hemî gelên dî bêtir daye û berê min gotiye, ew dayîn bo me tevan serbilindî ye.

Di teviya jîna min da û ta niha, di hevjîna min û dost û hevalên min da, û di nav histobariy min ên ramyarî û leşkerî da, min xinizî bi kesekî nekir û çavê min li tiştekî nebû, û min hezkirina xwe ji xwe ra li ber kesekî diyar nekir. Min nanê, ku ji xwe ra hildigirt, dida wan û ez bi xwe jî birçî dimam, min cilên xwe didan wan û ez bi xwe li hember sariya tûj dimam, û di bereyên cengê da, heta ji min dihat, ez bi wan ra digeriyam, ez her di pêşiya wan da bûm. Li ser vê yekê ji hogirên min bipirsin. Ciyê ku ji aliyê firok û topan ve dihat armanckirin û kesekî ne dikarî xwe li ber bigirta, ew cî para min bû, û eger hêriş ji pêş ve bihata, ciyê min – û bi dehan car- li xêza pêşîn bû, lê piştî ez vegeriyam Iraqê, ku hêza min û kanînên min ên govdeyî jar bûn, ez yê dawiyê bûm ji ên ku bi paş ve dikişîn. Ez li paşengiyê dimam ta dawiyê, gava dijwarî ji para “ji paş ve” bihata..Bo çi? Ji ber ku min xwe ji kesekî çêtir ne didît.

Em tev mirov in û em giş bira ne..û gava em bikarin berdestiyê bikin û ji me ra “Xizmetkar” bite gotin, ew ji me ra ji hemî navkirinên serokatiyê yên mezinkirî çêtir in.. Bo mirov ciyê şanaziyê ye, ku ew bibe xizmetakrê gelê xwe..

Birayên Xoşewîst…

Wek min di serî da ji we ra got, eger hûn serketinê dixwazin, divê hûn sazend û li hev bin..Bê rêkxirawî çi şoriş bi sernakeve.. Neketina bin fermanên serdariyê ji rêz derketin e û xwe bi paş ve dayîn e, di paş bercewendiyên kesanî da û ezezî ye, û di rewşeke wilo da “Têkoşer” ji cîhê berdestiya gel dikeve cîhê neyartiya wî û ji “Caş” erzantir dibe.

Di malekê da û di nav malbatekê da, eger rêkxirawî û hevkarrî tune be û her kesek ji xwe ra bixebite û çi bi dest xist têxîne berîka xwe tenê, dê endamên din ên malbatê bêpar bimînin û wê xweşiyariya xwe ji dest bidin û wê tev li heî û ji hev cihêbûn di malbatê da pêda bibe, em jî di va şorişa xwe da wek malbatek mezin in, lew ra pejirandina ferman û rênîşandanan û bi cîhanîna wan histobariya me tevan e. Hema hatiniyên diravî, ku bo hemî şaxên şorişê bên dayîn, divê bi carekê bi şêweyekî nebaş neyin ji dest dan.

Pêwîste kesek ji we, gava hat rexnekirin û hesab jê hat xwastin, xwe nexeyidîne, ji xwe ewê bêsûd jê natirse, û gava yek ji wan ji aliyê dadgehê ve hat xwastin, divê ney neke, divê maf diyar bibe, û ewê neçe ber dadgehê xwe bi xwe bersûc dike. Ez bi xwe hîç naxeyidim, gava sûcê min tune be, ji ber ku bêsûcbûna min wê derkeve û diyar bibe û ezê bêm serbest kirin. Fermanpejirandin û serîçemandin li ber zagonê mirov serbilindtir dikin. Da tevlihevî çênebe, divê em zagonên me bi xwe ji xwe ra danîne bipejirînin.

Gava berpirsek ji ciyekî tê rakirin bo ciyekî dî, divê ew hîç wilo şirove neke, ku êdî karê wî ne pêwîst e, na, hîç ne wilo ye, eve ji daxwazên şorişê ye û ji bercewendiya wê ye, ku tiştekî wilo çê bûye, û hîç ne dûr e, ku kesekî dî roja dî ji cî bite  rakirin û ew careke dî bi ciyekî dî ve bite şandin. Divê em fermanan bipejirînin û em tiştekî ku bercewendiya giştî tê da ye bikin. Her kesê di vê şorişê da dixebite, ji min û giş berpirsan da, ta bi her pêşmergeyekî û endamekî partiyê, divê baş bizanin, ku emê bibin neyarên xwe û gelê xwe, eger em mirûzê gundiyekî an xudanê dikanekê an jinekê an şivanekî biêşînin, û gava em dijûnên pîs û ne hêja dij bi gelê xwe bikin, an jî bi zorê hêgekê an mirîşkekê an jî tiştekî bibin, ku ziyanê bigihîne xelkê, em bi wê yekê dibin neyarên xwe û ên gelê xwe.

Eger gel bi me re be, neyar nikane me bişikîne, eger ew hêza xwe hezar carî jî bêtir bike..û ez ji we bi Xwedê sûnd dixum, ku emê bişikin û emê nikanibin çi serketinê bi dest xînin, eger me dil û piştvaniya kurên gelê xwe winda kir, dixwaze bila hêza me hezar carî jî, li gor niha, bêtir be.

Ji ber ku em bo bercewendiya giştî kar nakin û guh didin ezezî û xwehezkirinê, em xwe dixin cîhekî, ku pê alîkariya neyarî dikin, da me ji ortê sîlbikin.

Birayên Xoşewîst…

Wek min di sala 1945 û sala 1960 da gotibû û ez her dibêjim û niha jî dubare dikim: “Cenga me ne cenga Ereb û Kurdan e, ez nabêjim, ku ez tenê şerê Ereban nakim, lê ez şerê hîç netewekê nakim û ez nakevim cengê dij bi hîç netewekê ji ber nav, an ev zer e, ev sor e, ev reş û ev şîn e, an jî ev sipî ye..Kurd û Ereb birane û dikarin bi hev re bi aştî û li hevhatin bijîn.

Raste ku Ereb birayê mezin in û em birayê biçûk in, lê ne dadmendî ye, ku ev birayê biçûk birçî û tazî be û nikanibe bixwêne an nikanibe fêr bibe tiştekî hode tê da heye, û nikanibe dîtina xwe di kar û barê mala hevpar da bîne zimên. Di wê demê de birayê mezin malê û her tiştê tê da ji xwe re bistîne. Berçavkirina dadiyê histobarî ye ta birayê biçûk xwe binzor û bindest nebîne, û bi rastî divê zordarî lê nebe.

Em bi hev re nakevin pevçûnê, eger sermîrî “hikûmet” nekeve destên diz û bêsiniçan, ewên ku berdestiya neyarên Ereb û Kurdan dikin. Em di şorişa xwe da xêrê dixwazin, di serî da bo Ereban û paşê bo Kurdan û gelê îraqî yê mayî ji (Turkmen, Asûr, Ermen) û her kesekî li ser vê zevînê dijî..

Em sermîriyek demokrat û dadmend dixwazin, ku bi rêya hilbijartinên azad bite hilbijartin, dûrî zorkirin û dest li ser dan û sîtem û binxistinê, û divê zagonin dadmend hebin, ku gelê îraqî bi xwe ji xwe re pêda bike, û rê neyê dayîn bo kesekî leşker, her rojeke dixwaze derkeve holê û ji me re bibêje:”Me wilo biryar kir” û dest bi fermandariya ser gelê îraqî bike, li gor dil û dilxwaziyên xwe yên kesanî, bi pey ezeziya xwe keve, bê ku gel bikare wî bide ber hesêb.

Me hêriş kesekî nekirî û em nakin jî.. Em di ber mafên dadmend û heyîn û namûs û jîna gelê Kurd da berxwedanê dikin. Em bi carekê naxwazin şer bi ser biratiya Erebî-Kurdî keve û xwîn bite rêtin, ji ber ku pevçûna me Kurd û Ereban dikeve berdestiya neyarên Iraqê. Lew re ez bang li Xwedê dikim, ku hiş bîne seriyê evên dixwazin şerê me bikin, ta dilovaniyê li gelê Iraqê bikin û destê xwe ji hêrişkirina ser gelê me rakin, da teviya gelê îraqî, bi hev re di aştiyê, hevjîn û hevsazî û xweşiyariyê da, di siya dadiyê da bijî.

Birayên xoşewîst…

Divê hûn bizanin, ku dinya ji kesekî ra namîne, eger li ba me bi hezaran serayên zêrîn jî hebin, emê wan bihêlin û biçin gorê, û Xwedê tea’la di Qurana şanmezin da gotiye [Me hûn ji wê “ji axê”  pêda kirin û emê we vegerînin wê û emê we dîsa ji wê derxînin]..

Ewê giranbiha di jiyana mirov da rûmet û şermîn û mirovatî ye. Tirsa ji Xwedê histobariya her mirovekî ye, wilo jî berdestiya rastîn û dilsoz e bo gel,  hevmilkirina dij bi sîtemê ye, dadî, mafwerî û pêdakirina wekheviyê ye di nav mirovan da.

Karê qenc li ba Xwedê û li ba xelkê winda nabe û wilo karê nebaş jî. Xwedê tea’la di pirtûka xwe ya pîroz da gotiye: [Kî bi giraniya tovekê qenciyê “xêrê” bike wê dibîne û kî bi giraniya tovekê neqenciyê “şerî” bike wê dibîne]

Hêviya min di we da ewe, ku hûn xwe bidin ber rexnekirin û fermanan û hûn dilên xwe ji bercewendiya giştî û xêra tevan berçav bikin, û hûn alîkariya hev û din bikin..û eve yê ku ez dikarim bikim.

Xwedê li gel we be

Û Xwedê alîkariya me di karê qenc da bike.

KDC

FREE
VIEW