Idrîs Hiso
Di werzê Havînê de malbatên Kurd ji welatên Ewropa serdana welatê xwe dikin, bê goman di salên dawiyê de û jiber cenga li Sûriyê hejmareke mezin ji welatiyên Kurd tev malbatên xwe koçkirin bo Ewropa, bêhtir jî bo welatê Elmaniya.
Dema tu zarokên wan dibînî, gelek ji wan nikarin bi Kurdî biaxifin, an jî heger diaxifin nebaş diaxifin, ew zarokên ku min ew dîtin, û zimanê wan ê dayikê nebaş be, herdem di nav civatê de wek biyaniyan riftar dikin, ev yek jî tê famkirin dema ku zarok li wir ji dayik bûbe, an jî di temenekî biçûk de gihştibe wî welatî.
Tiştê balkêş ew e ku berî demekê hin xizmên min ji welatê Elmaniyê hatin Herêma Kurdistanê bi mebesta ku serdana me bikin, em jî di van deh salên dawiyê ji ber heman hokaran li Herêma Kurdistanê dijîn, me ji Hesekeya Rojavayê Kurdistanê barkir bo Herêma Kurdistnê, wan jî ji heman bajarî barkir bo welatê Elmanya.
Li wir zarokên wan ji dayik bûn, li wir di nav malê de tenê bi Kurmancî bi wan re daixifîn, û diaxifin, ji aliyekî din ve jî zarokên xwe di xuleke fêrbûna Zimanê Kurdî de ku bi şêweyê online ji aliyê mamoste Keleş Keleş têne amadekirin jibo zarokên Kurd li wan welatan, tomarkiribûn.
Di encam de ev zarok bi zimanê xwe baş dizanin, lewma ew jî nêzîkî civata xwe ne bêhtir ji wan zarokên ku bi zimanê xwe nizanin.
Vêja kurtkurmancî dixwazim bêjim, heger hûn dixwazin zarokên we ji welatê xwe, ji malbatên xwe û nerîtî û çanda xwe dûrnekevin, her we derfetek dît li welatên Ewropa jibo fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî ji destê xwe nebin, da ku hûn wan jî ji dest nedin, da ku li wir nifşekî kurd mezin bibe, û karibe sibe sûdeyekê li we û li welatê xwe bike.