Cezaya Girtîgehê Li Jineke Kurd Hatiye Birîn

Çalakvaneka mafên jinan ku payîza borî hatibû zîndanîkirin ji aliyê dezgeha dadweriya komara Îslamiya Îranê ve cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, çalakvana mafên jinan û endama Komîteya Koordinasyona Rêxistinên Karkeran Meryem Sadiqî salek cezaya hepsê lê hatiye birîn û ev ceza bi awayekî fermî hatiye ragihandin.

Ev ceza ji aliyê şaxa yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ya bi serokatiya dadger Seîdî ve bi sûcdariya propagandaya li dijî rejîmê hatiye birîn.

Di sibeha 23ê Cotmeha 2021an de Meryem Sadiqî bêyî ku delîleke dadwerî hebe ji aliyê hêzên îdareya Îtlaata Sineyê ve hate desteserkirin û piştî 12 rojan bi awayekî demkî serbest hate berdan.

Meryem Sadiqî ji aliyê hêzên asayîşê ve bi tawana beşdariya merasima sersaxiyê ya ji bo Asya Ezîmî ku dayika yek ji qurbaniyên Komelê ye hate girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Meryem Sadiqî di sala 2018an de careke din ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve hate gazîkirin û lêpirsîn lê hate kirin.

KDC

FREE
VIEW