Li gorî gotina birêvebirê pirojeya bicîhanîkirina dîmenên siruştî û ferhengî yên Hewraman (Pûya Talibniya) “di dawiyê de ev dosye di çil û çaremîn civîna komîteya şûnwarên cîhanî yê UNESCO de hate pesend kirin, û dîmenên ferhengî yên Hewramana Rojhelat li ser asta cîhanî hatin tomar kirin.”
Di daxuynaiyekê jibo malpera MIHR a Îranî (Pûnya Talibniya) ragehand, “tomara cîhaniya dîmenê ferhengî yê Hewraman ku xwedan keltûr û kelepûreke resene û pênaseyeke hezarên salane, destkefteke giringe jibo keltûr û şaristanîya Kurdî.”
Talibniya diyar kir, “ji bilî ku Hewraman di warê avahiyê de gelek taybetmendiya xwe heye, lê xwedan ferhengeke resena şarsitniya zindî ye jî, lewma UNESCO biryar da wê li cem xwe tomar bike.”
Hewraman nimûneyeke bercesteye di hevsengiya jiyana mirov û siruştê de, û nûner û koka ferhengiya zindiya Kurdistanê ye.
Tê zanîn, di heyama herdû salên derbasbûyî de, hejmareke çalakvanên ferhengî û parêzerên keltûra Hewraman, bi rê ya dehên çalakiyên hemreng û pêkanîna guhertinan li ser dîmen û avahiya beşeke ji gundên giring ên Jweroyî, Sine, Merîwan û Kamiyaran, êdî roleke berçav dîtin jibo serxistin û tomarkirna Hewraman di lîstan kelpûra cîhanî de.
Herçende, ev biryara UNESCO bi tenê Hewramana aliyê Rojhelatê Kurdsitanê li xwe girtiye, ango ew deverên ser bi bajarên Sine, Kamiyaran, Merîwan û Sewlawa, lê di heman demê de aliyê Lihon ê ku dikeve bajararên Pawe, Nesûd û Nodşe û herweha Hewramana Başûrê Kurdistanê ya li parêzgeha Helebçe ku ji her sê bajarokên Biyare, Tewêlî û Xormal û dehên gundên din jî pêk tê, ew jî xwedan dehên dîmenên keltûrî û siruştî yên nayabin, lê ku heta niha nehatine tomar kirin.