Bi Hezaran Welatiyên Afgan Ji Firokexaneya Kabîlê Tên Veguhestin

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de nêzîkî 16.000 kes ji Firokexaneya Kabûlê hatine veguhestin û Amerîka hewl dide heta 31ê vê mehê erkên xwe yên veguhastinê bi dawî bîne.

General Hank Taylor ji rojnamevanan re ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 61 firokeyên leşkerî, aborî û sivîl li gel grûbeke welatên din hevwelatiyên sivîl ji Firokexaneya Navdewletiya Hamid Karzay derxistine û ji wan 11.000 kesan bi firokeyên leşkeriyên Amerîkayê hatine veguhestin.

Her wiha got ku ji meha Tîrmehê vir ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 42 hezar kes li Firokexaneya Kabîlê veguhestine, 37 hezar kes ji wan jî piştî ku Talîbanê Kabûl xiste bin kontrola xwe.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby da xuyakirin ku di nav wan kesên ku hatine veguhestin de bi hezaran hevwelatiyên Amerîkayî jî hene û di nav wan de bi hezaran Afganî jî hene û berî niha bi hêzên Amerîka re kar kirine û daxwaza vîzeya taybet bo koçberan kirine. Her wisa ew ên ku di metirsîya gefên Talîbanê de ne û di rêxistinên sivîl û dezgehên ragihandinê û karên din de kar kirine hene.

KDC

FREE
VIEW