Iraq: Hêzeke Taybet Ji Bo Ewlehiya Şingalê Tê Damezrandin

Şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Hikûmeta Iraqê aşkere kir ku hêzeke ji şêniyên Şingalê ji bo ewlehiya navçeyê hatiye damezrandin.

Şêwirmendê Asayişa Neteweyî ya Iraqê Qasim E’recî ragihand ku komek hevwelatiyên Şingalê ji bo rêvebirina asayişa qezayê li hev civandine û wê ji du hezar û 500 kesan pêk were.

Li ser Peymana Şingalê ya di navbera Hewlêrê û Bexdayê de jî Qasim E’recî axivî û got, ev peyman rêkevtineke dadwerane ye û nikarin rêkevtineke ku rizaya her kesî tê de heye bikin.

___

Ev Derziya Herî Baş E

KDC

Hejmarek kes li ser keysa kuştina malbata Qoniyayê hatin girtin

KDC

Nêçîrvan Barzanî û Bin Zayid li Londonê civiyan

KDC
KDC

FREE
VIEW