Supayê pasdarên Îranê şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê talan dikin

Rejêma Îranê tevî têkdana xwezaya Kurdistanê û talankirina serwet û samanê Rojhilatê Kurdistanê, niha dest bi dizîn û talankirina şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê kiriye û li hin gundên sînorê bajarê Seqiz çendîn şûnwar talan kirine.

Grûpeke ser bi supayê pasdarên rejêma Îranê bi hinceta kar kirin di kargehek asin de li Seqizê û Dîwandere ya ser bi parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê, mijûlî talankirina şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê ne û li herêmên Ebas Awa, Îbrahîm Awa, Cafirxan, Kanî Çermû, Tewekelan, Alîcan û Çilçeme xwezaya wan bi tevahî tevlîhev kiriye û zirarek herî mezin gihandiye şêniyên wan herêman.

Şêniyên van herêman hin caran li şaredariyên Seqiz û Dîwandere, doz li dijî hêzên supayê pasdaran vekirine, lê belê ne bi tenê berisva wan nehatiye dayîn, belku ji hêla supayê pasdaran ve gef li wan hatine kirin ku ger berdewam bin û doza li dijî wan vekin, rê bi wan nayê dayîn li wan herêman terş û tewalê xwe biçerînin û wê çûn û hatina çiya li wan qedexe bikin.

Supayê pasdaran ji aliyê û ji aliyek din çekdarên PKKê li Şengalê ev dema çend salane şûnwarên Kurdistanê talan dikin û di bazarên reş de difiroşn.

KDC

FREE
VIEW