Mamosteyeke Fînlandî Bi Dizî Ders Daye Zarokên DAIŞiyan

Mamosteyekê, li Fînlandiyayê rojane bi rêya The WhatsAppê bi dizî ders daye zarokên DAIŞiyan.

Mamosteya bi navê Elona Timela ku ji Adara 2020an ve her roj di saet 09.00an de bi rêya WhatsAppê bi dizî mamostetî ji zarokên DAIŞiyan re kiriye.

Ji wan dersên ku wê bi rêya WhatsAppê şandine, Fînî, matematîk û erdnîgarî, Îngilîzî bi Fînî hene. Nêzî 23 xwendevanên wê hebûn e ku di kampên malbatên girtî yên DAIŞiyan de diman û di nav wan de komeke malbatên Ewropî jî hene ku demekê têkilî bi DAIŞê re danîbûn.

Ev mamoste li ser esasê mafê fêrbûnê, rojane ji bo zarokên ku di kampan de dimînin, bi rêya medyaya civakî ders daye wan.

Her çend di dawiya sala 2019an de hikûmeta koalîsyona çep a Fînlandiyayê pêşniyar kir ku 30 zarokên ji kampên Rojavayê Kurdistanp bîne lê belê pirsgirêkên siyasî û qanûniyên vê pêşniyarê hebûn, yek ji wan jî ew bû ku zarokan nikarin ji dayikên wan biqetînin. Li ser vê mijarê Hikûmeta Fînlandiyayê Jose Tanery weke nûnerê taybet ji bo danûstandina bi berpirsyarên li herêmên ku kamp lê hene, erkdar kir.

Ji bo Tanery, ev pêvajo pir zehmet bû, piştî derbasbûna hefte û mehan, Tanery ji bo parastina mafên zarokan li gorî qanûna Fînlandiyayê dest bi tedbîrên demkî kir.

Bi destpêkirina Coronayê sererastkirinên parastinê ketin meriyetê, di Adara 2020an de neçar man dibistanan bigirin, bi fikra ku heger xwendevan li Fînlandiya dikarin bêne perwerdekirin, gelo heman tişt ji bo zarokên Fînlandiyayî yên li Kampa Holê jî dikare bê kirin?

Li ser rêkeftinên Hikûmeta Fînlandiyayê, ji bo pêşvebirina bernameya perwerdehiyê ya ji bo zarokên li kampan dijîn, Mamoste Tammander ji bo vê weke namzeteke îdeal hat hilbijartin.

Togia Tamlander, seroka Dibistana Perwerdeya Dûr, di nav hefteyan de peywendî bi Timela û mamosteyekî din re kir û bernameyeke taybet ji bo zarokan amade kir, da ku zarokan vegerîne jiyana normal li Fînlandiyayê ku ev jî dikare fikr û şiyanên zarokan vegerîne ser xwendinê. Dersên Fînî û matematîkê di serî de ji bo fêrbûnê wek du mijarên sereke hatin hilbijartin.
Ji bo dersan jî WhatsApp hate hilbijartin û di 7ê Adara 2020an de 23 zarokan yekem nameya xwe ya xwendinê wergirtin.

Tamilayê ji bo parastina kesayetiya xwe, berçavkeke reş daye ber çavên xwe.

Bêyî ku rayedarên herêmî û gelê Fînlandiyayê hay ji vê hebin, ev yek bi awayekî dizî hatiye kirin û di nava salekê de zarokan karibûne çîrokeke bi Fînî bixwînin lê belê ev pêvajo piştî salekê ji ber veguhestina wan ya ji kampan hatiye sekinandin.

Tanner aşkere kir ku heta 23 zarok û 7 kes vegerandine Fînlandiyayê lê niha 15 kesên din li kampan dimînine.

Bi vegera zarokên DAIŞiyan re pirsgirêkên siyasî li Fînlandiyayê durist bûne.

Partiya Neteweyî ya Fînlandiyayê li dijî pêvajoya vegera zarok û malbatên DAIŞiyan e û diyar kir ku vegera wan wê di demên pêş de ewlekariya neteweyî bixe xeteriyê.

Dema pirsa programa perwerdeya zarokan hat kirin, serokê Partiya Opozîsyonê li hev kir û got ew hêvî dike ku hikûmet bi heman hêzê li ewlekarîya Fînlendayê jî bifikire.

___

Lezgîn … Naha

KDC

GST slab of 28% may become virtual “hollow shell” in year or so, says CEA

kurdish dc

Ciwanek Berî Ku Êrîşeke Tundrew Bike Li Swêdê Hatiye Girtin

KDC
KDC

FREE
VIEW