(Di nav Kurdistana asê re)
Cankurd
Berî niha bi demekê, min ji xwendevanan re, ewên ku bi Almanî nizanin, li ser dîmenê Kurd, di du romanên almanî de, nivîsandibû, ya George Halban (Malikê gur) û ya Yûsif Niyarî (Nêçîra dawî ya Nîmrod). Ezê niha jî li ser romana Karl May (Di nav Kurdistana asê re) gotarekê binivîsim, da em di nînika xelkê re dîmenê xwe yê neteweyî bibînin, ji wê dîtinê bêtir başî û nebaşiyên xwe binasin, xwe pêş ve bibin û dîmenê xwe hîn hêjatir di cîhanê de belav bikin. Ezê piçekî bi firehî vê gotarê binivîsim, ji ber ku ev roman di jiyana fantazî ya zarokên Alman de sireke mezin dilîze, wekî hemî pirtûkên dî, yên nivîskarê wê Karl May (1842-1912), ku gelek filmên sînema li ser binyada berhemên wî hatîne çêkirin, û navê Wînîto yê Îndiyanî ji wan filman li ba gelek zaroyên cîhanê jî hatiye naskirin.
Karl May, wekî tê gotin, bi xwe hîç Kurdistan di jîna xwe de nedîtibû, lê dîsa jî gava yek romana wî (Durch wilde Kurdistan) dixwîne, ku em dikanin bi vî sernavî jî werbigerînin (Di Kurdistana hov re), mirov ji xwe dipirse: “Gelo, rast ev kese tew neçû bû Kurdistanê?“ û rast jî Karl May weku kesekî, ku li nav gel û niştê me geriya ye, ev roman lêkiriye, wekî çewa ew neçû bû nav Îndiyanên Amerîka, hema gelek baş li ser wan û welatên wan, li ser dîrok û serohat û olên wan nivîsandine. Karl May 73 pirtûkên balkêş li şûn xwe hêştin, bêtir roman û rêwîname û pirtûkên bo lawan in, li ser Îndiyaniyên sor û Meksîkiyan, li ser gelên Balkan, li Ser Kurd û Türk û Ereb û Farsan, û li ser ên Gonê (Cinn) jî, ku romana wî Erdistan û Cinnistan navdar e. Di hinde romanên wî de, wekî (Li welatê Mehdî) û (Di nav Kurdistana asê re), diyar dibe, ku ew ketibû bin hikariya Rojhilatnasan.
Karl May ji malbateke hejaran bû, ew zarokê pêncemîn bû, di nav 14 zarokan de, ku 9 ji wan yekûyek ji ber hejariyê, nexweş ketin û mirin. Dilê wî di ciwaniyê de li ser saz û helbestê bû, fantaziya wî bi zûkî diyar bû, û dest bi xwendina xwe ya wêjevanî, di sala 1865, li Waldenburg kir, hema ji ber ku wî şeş mûmdan diziyan, ew ji dibistanê hate avêtin. Pişt re ew pir caran ji ber diziyê an bedkariyan hate zindankirin, û di zindanê de, dema xwe bi xwendina pirtûkan derbas dikir, û bêtir pirtûkên ku misiyoner û rêwiyan, dîrokvan û olnasan, li ser gelan û welatên dûr dinivîsandin… Weku ew bi zûkî pir caran hatibû girtin û tawanbarkirin, wilo jî, demekê pişt re, wî bi zûkî baştirîn xilatên wêjevaniyê standin. Bi ser de jî, li Amerîka belgenameya Doktoriya Rûmetê (Doctor honoris causa) ji aliyê zanîngeha Amerîkî ya Almanî ve, li Chicago, bo wî hate dayîn.
Ew carekê, bêtir ji sal û nîvekê bi Rojhilat ve, ta Sometra, li gel jina xwe çû bû û paş ku kevirê jina xwe avêtibû „berda bû“ jineka dî ji xwe re anî bû. Û ji ber ku ew piştvaniyê bizavên aştiyê bû li Europa, û romaneke wî jî bi navê (Aştî li ser rûyê zevînê – 1905) heye, têkiliya wî bi nivîskara navdar û hilgêra xilat Nobel, Bertha von Suttner re, berî mirina wî hebû. Niha Karl May yek ji stûnên mezin ên romana almanî têye dîtin û li ser wî pir hatiye nivîsîn, mal û gora wî hatine paristin, mûzeyek „Kevnexaneyek“ bi navê wî heye, û civateke wêjevanî û ji bo ger û geştê jî bi navê wî heye…
Romana (Di nav Kurdistana asê re) gelek caran hatiye çapkirin, ji ber ku di nav zarokan de, wekî çêrok û romanên wî yên dî, pir hatiye û tê belavkirin. Wekî kasêt û sêlikên dengî jî, bi gelek şêweyan hatiye amadekirin. Bo vê yekê, navê Kurdistan û dîmenê Kurd, ji zarotiya milyonan mirov ve, li Almaniya, li Swîs û Austriya, bi şêweyekî baş û erênî, cîhê xwe girtiye, û bi taybet di sedsala çûyî de, hema mixabin, em Kurd bi xwe dîmenê xwe qerêj dikin…
Çapa ku di destê min de niha, sala 1951ê, ji aliyê weşanxaneya (Karl May Verlag) ve li Bamberg, di bin jimareya fermî (ISBN 3-7802-0002-3) de, bi serpereştiya Dr. E. A. Schmid, hatiye derxistin. Di destpêkê de hatiye nivîsîn, ku bûyerên vê romanê di salên 70ê de, yên sedsala berî çapkirinê, çêbûne. Ev çapa romanê ji 654 rûpelan e.
Di romanê de, gelek caran navê Kurdistan hatiye nivîsîn û pesindariya gelê Kurd û mirovê Kurd pircarkî hatiye gotin, tevî ku carekê an du caran nivîskar Kurd ji wan gelên ne pêşkeftî, ne şareza û nîvhov dijimêre, û carekê jî di nav gotinên lehengê romanê de, dizîna hespan li ba Kurdan weku serohateke hêja, ya mêraniyê, dide diyarkirin…
Di romanê de, pir peyvên kurdî, ku hinek ji wan niha tew bi kar nayin, hatine paristin, û romaner baş û jêhatî li ser êl û navçeyên Kurdistanê, li ser deşt û çiyan û newalên wê dizane û rêzgirtinê bo serohatên civaka kurdî ya axatiyê dide xuyakirin. Ew pesindariya cil û berg û hinek xwarinên Kurdan jî dide. Li ser wêrekiya mêrên Kurd jî dubare dike…
Lehengê romanê Kara Bin Nemzî, yê ku di romanên li ser Îndiyana de jî heye, di romanê de, bi Kurdan re bi zimanê Kurdî dipeyive, û ew xwe wekî dostê Kurdan dibîne, rabûn û rûniştina wî di nav wan de, wekî yên wan in, mirovên kurd pir ji wî hezdikin. Bi taybet Kurdên Êzdî, ku li ser wan û li ser ol û serohatên wan, di vê romanê de, baş hatiye lêkirin. Kara Bin Nemzî ne tenê dost û hevalê wan e, belku ew amede ye teviya dewleta Osmanî bi xwe re bike neyar, da kurdên Êzdî yên serhildêr ji hêrişên Osmaniyan biparize. Ew di cengê de harîkariya wan dike, û leşkerê dewletê dişikîne…
Karl May bi şaşî, Kurdên Êzdî bi „Şeytanperest!“ dide navkirin, wekî gelek nivîskarên Ereb kirine, hema di teviya romanê de, Êzdî sireke hêja û erênî, ji her aliyekî ve, dilîzin. Ew serhildana Êzdiyan li hember dewletê wekî mafekî rêbaz dibîne, wêrekiya wan di cengê de, tev li nazikiya wan ji aliyê olî ve tîne zimên û hikarbûna lehengê romanê, Kara Bin Nemzî, bi wan û bi hêjabûna civaka wan, xuya dike.
Ji aliyekî dî ve, Karl May, di romana xwe de, ku bûyerên wê li navçeyên Şengal, Şêxan, Akrê, Amêdiyê, Mîsil, Berwarî û Zab, bi hawekî fantazî hatine pêdakirin, dîmenê şêxên Ereb jî baş dide lêkirinê, hema ew gelek caran tinaziya xwe bi Türkan dike, wan di romanê de gelek nizim dike, heta bi şêweyekî nijadperest jî davêje ser wan. Di romanê de, karbidestên Türk li Kurdistanê reşwetxur û talankirin, malê gel û yê dewletê didizin û hovîtiyeke bê wekanî li hember Kurdan dikin, bi taybet dijî Kurdên Êzdî, û di rastîniyê de, ewana bi xwe, li gor lehengê romanê, erzan in, pir tirsokin, newêrekin…
Karl May rêzgirtina xwe li hember hersê olan (Islam, Ezdahî û Filetî) li ser zimanê kesayetiyên romanê dide xuyakirin, lê belê hem Kurdên Berwarî û hem filehên Tiyarî, wekî mirovin li paşmayî, dizkar û keleş, dide xuyakirin, tevî ku di nav wan de jî mirovên hêja di romanê de hene û sira wan di piştvanî û paristina lehengê romanê û rêhevalêd wî de xort e.
Li dawiyê, ez dikanim bibêjim, ku Karl May dîmenekî hêja yê gelê Kurd daye qelemkirinê, ku wê di dîroka wêjevaniyê de heta-heta bimîne, wêneyê mirovên Xwedatirs, bi xwe bawer, ku rêwî dikane pişta xwe bi wan girê bide… Ewana wekî di romana George Halban (Malikê gur) de, wêrekin, mirovhezin, paqijin, rastiyar û diristin, tevî ku piçekî paşmayî û nezan in…
Mixabin, ev roman ta niha jî bi Kurmancî nîne, tevî ku çendîn ciwan e û Kurddost e.