Endamekî Navendê daxwazek pêşkêşî Serokê Almanya kir

Endamekî Navenda Revenda Kurdistanî ya li Almanya bi fermî ji bo merasîmek hate vexwendin û li wir bi Serokê wî welatî re axivî û daxwazê jê kir ku serdana Herêma Kurdistanê bike.

Bi amadebûna Frank Walter Steinmeier Serokê Almanya Federal bîranîna pênchemîn salvegera terorkirina Dr Walter Lübcke Serokê berê yê Herêma Hessen – Kassel hate kirin ku bi destên tundrewan ve hatibû teror kirin. Heman demê de bi fermî jî Dr. Viyan wekî Endameke Navenda Revenda Kurdistanî û çalakvanek li Almanya hatibû vexwendin û têda beşdar bû.

Dr. Viyan li vê mehê de regeznameya Almanyayê wergirtiye, ji bo wê yekê spasî Serokê Almanya kir ku wekî welatiyekî Almanya hatiye qebul kirin û Navenda Revenda Kurdistanî ya li Almanya Federal daxwazê ji Serokê Almanya û xanima wî kir ku ji nêzîk ve serdana Herêma Kurdistana dayik bikin, bi taybetî Muzexaneya Barzan û Lalişa Nuranî, heta agahdarî karesat û rewşa Kurdan bin. Bi taybetî Kurdên Êzdî, her wiha daxwazê jî kir palpiştiyekî germê Kurd û Kurdistanê bikin. Ewan jî bi xweşhaliyê ve gotin em we dinasîn û Hewlêrê dinasîn.

Her wiha Dr. Viyan daxwaz kir wêne li gel Serokê Almanya û xanima wê bigrê, ewan jî qebul kirin û li rojnameyên Almanya de jî ev babet belav bû.

___

Dexsîna dilê min

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Peyamek Ji Bo Roja Cil Û Bergên Kurdî Belav Kir 

KDC

Hilbijartina desteya rêveberiyê ya Rewanda Kurdistanî-Awûstralya 

KDC
KDC

FREE
VIEW