Di 17.04.2022 de li bajarê Kolnê, li ofîsa Komkarê, Navenda Revenda Kurdistanî li Almanyayê civîna xwe ya asayî li ser biryara civîna berê li dar xist.
Di civînê de behsa erk û planên pêşerojê ya beşan hat kirin û li gor biryara kombûna berê her yek ji berpirsan report û pêşniyar û planên xwe pêşkêş kirin.
Hemû plan, bername û pêşniyar bi berfirehî hatin nîqaşkirin û piştre piraniya wan bûne bernameyên kar ên pêşerojê û di çarçoveya çalakiyên pêşerojê de hatin xistin bernameya xebatê.