Konfederesyona Rewanda Kurdistanî jiber kombûna gelê Kurdistanê peyamek weşand

Konfedresyona rewanda Kurdistanî bi helkefta kombûna milyonan gelê Kurd li Başûr daxuyaniyek belav kitin û têde gotin: “Em hêvî dikin ku êdî ev rojên han careke din dûbare nebin û ev bîranînên han bibe rêz bo nifşên pêşerojê û tekezî li ser bidest xistina mafên netewî yên gelê Kurd bikin

Teksta peyamê:

Piştî raperîna buhara sala 1991an û di dawiya meha Adarê de heta destpêka meha Nîsanê koçberiya bi milyonan Kurd neman û şahî û serkeftinên pêşmerge li Kerkûk û tevahiya deverên Kurdistanê bi vegera rejîma Baas û êrîşeke berfireh ya tolhildana serkeftinên pêşmerge û xelkê bi dawî hat
Gelê Kurdistanê rejîma Baas a şovenîst bi temamî red kiriye û biryara vê civîna mezin jî hatiye dayîn û xelkê Kurdistanê ber bi deverên sînorî ve reviyaye û beşeke mezin ji xelkê jî sînorên Îran û Tirkiyeyê bidest xistiye

Serma, baran, birçîbûn û tirs li ser sînoran bû û cîhanê jî li karesatê temaşe dikir û çavên kamereyan û medyayê tedawî û reftarên pasevanên sînor ên li Îran û Tirkiyeyê nîşan dan.

Berê kurdan hemû jiyana xwe di sirgûn, revîn û jiyana li kampan de derbas kiriye û neyaran rê nedaye ku ew weke hemwelatiyeknormal jiyaneke aram bijîn
Dijminên Kurdan her dem xwestine ku gelê Kurd di nava aloziyê de bijî, ne li ser jiyana xwe, pêşeroja xwe û pirsgirêkên xwe yên netewî bifikire, ji ber vê yekê koçberî her tim ji kurdan qut nebûye, çi bi milyonan be û çi kêm be û her tim koçber û dostên gelê Kurd bin
Di evê bîranînê de em hêvîdar in ku êdî ev rojên han dubare nebin û ev bîranînên han ji nifşên ayinde re bibe bîranîn û tekezîyê li ser bi destveanîna mafên neteweyî yên gelê kurd û bi dawîanîna jîyana wan ji cihûwarbûn koçberî û koçberîyê bikin, da ku em wek her milletekî din jî, bibin xwedîyê jîyaneka aram û geş .

Bijî Kurd Bijî Kurdistan

Konfedrasyona Rewanda Kurdistanî

___

Îranê Du Kolber Birîndar Kirine

KDC

Swêdê, Ji Ber Zewicandina Zarokekê Doz Li Dê Û Bavekî Vekiriye

KDC

Çîn Li Ser Derbasbûna Keştiyên DYA û Kanadayê Hate Deng

KDC
KDC

FREE
VIEW