Almanya Di Daxwaza Mafê Penaberiyê De Yekemîn E

Raportên Ewropayî qala bilindbûna daxwaza mafê penaberiyê li Almanya dikin. Piştî kêmbûna Coronayê, li gor îstatîstîkên dawî yên di 25.12.2021an de sala borî nemaze di neh mehên destpêka salê de Almanya yekemîn welatê Ewropayê ye ku daxwaza mafê penaberiyê gelekî zêde bûye.
Li gorî nûçeya rojnameya Koma Fûnka ya ji bo çapemeniyê ya li Elmanyayê, li ser rapora Saziya Statîstîkan a Yekitiya Ewropayê ya ji bo daxwazên mafê penaberiyê li Elmanyayê, hejmara serlêdanên penaberan di neh mehên destpêkê yên sala 2021an de 100 hezar 240 bû.

Li gorî heman çavkaniyê, 27 welaten Yekitiya Ewropayê, di 9 mehên destpêkê yên sala 2021an de hejmara serlêdanên koçberan bi qasî 360 hezaran bû, ku ev yek ji sedî 15 zêdeyî sala 2020an bû ku ji ber Coronayê li hemû welatên Yekitiya Ewropayê ji sedî 31 kêm bû û Elmanya jî ji sedî 28 kêm bû.
Li gorî îstatîstîkan daxwaza herî zêde ya penaberan Afganîstanî û Sûriyeyî ne û pişt re penaberên Pakistanî û Iraqî tên.

Sedema zêdebûna penaberan ji ber li Afganîstanê ji ber Talîbanê bû û pirsgirêka siyasî ya Belarûsê bi Yekîtiya Ewropayê re jî pêleke din a mezin a koçberan bû li nava sînorê Yekîtiya Ewropayê. Tevî ku îsal herikîneke berfireh a koçberan rû da be jî, negihîş asta sala 2019an ku daxwaza mafê penaberiyê li Yekitiya Ewropayê 612 hezar bû.

Di daneyên Eurostatê de jî derket holê ku li Almanyayê penaber xwedî derfetên zêdetir in û ji 29 hezar 970 daxwazan 16 hezar 200 daxwazan hatine qebûlkirin. Lê li Fransayê tenê ji sêyan yek ji wan daxwazan hatine pejirandin, ew jî ji 33325 daxwazan 9425 in.

KDC

FREE
VIEW