Dadgeha Destûrî ya Turkiyê li ser mijara girtina HDP’ê lêkolînan dike

Dadgeha Destûrî ya bingehîn ya Turkiyê li ser girtina Partiya Demokratîka Gelan (HDP) lêkolînan pêktîne.

Dadgeha destûrî ya Turkiyeyê raporek derbarê doza girtina HDPê de weşand û biryar da ku ji 21ê vê mehê ve dest bi lêpirsîna xwe ya yekem bike.

Di dema derbasbûyî de dadgeha destûrî ya bingehîn ji ber kêmasiyan, rapora dadgeha bilind ya li ser vê dosyayê red kir û piştre doza girtina HDP’ê ji nû ve vebû.

Her jibo vê yekê, derdozgerê dadgeha bilind a Turkiyê Bekir Şahîn got, “hemû biryar, dosya û daxuyaniyên rayedarên HDP’ê weke delîl tevlî dozê bûne ku ev jî 843 rûpel e. 

“Tê xwestin ku 451 kes ji xebatên siyasî bên qedexekirin û li dijî hesabên bankî yên HDP’ê rê û rê yên pêwîst bêne girtin.”

Beriya niha dozgerê Turkiyê bi daxwaza hilweşandina HDPê giliyê dadgeha destûrî ya welat kiribû, û rayedarên HDPê jî pilana AKP ya ji bo hilweşandina partiya wan bi nav kiribûn

___

Fransayê Serkirdeyekî Payebilind ê DAIŞê Kuştiye

KDC

Şefa Barzanî bi serokên Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê (SV) re civiya.

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî li Düsseldorf Kongreya Xwe Pêkanî

KDC
KDC

FREE
VIEW